09:59 24 Nîsan 2018
    Hevserokê PYDê Salih Muslim

    Salih Muslim: Biryara dayîna çekan bo YPGê siyasî ye

    © AFP 2018 / BERTRAND LANGLOIS
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 71

    Hevserokê Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) Salih Muslim li ser şandina çekan bo YPGê ji aliyê Amerîkayê ve daxuyanî dan.

    Hevserokê PYDê di weşana zindî ya K24 TVyê de diyar kir ku guherîn di sîyaseta Amerîkayê li hemberî wan de pêk hatine û li ser şandina rasterast a çekên giran bo Hezên Sûriya Demokratîk (HSD/QSD/YPG) wiha axivî: "Bêguman ev biryara ji aliyê Koşka Spî û Serokê Amerîkayê (Donald Trump) ve hatiye dayîn biryareke siyasî ye. Lê belê ji hêla kirin û naverokê ve ev biryareke leşkerî ye. YPG hêza barhilgirê HSDê ye û Amerîka jî pêşenga bihêz a Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ye, sedema hevkariyê jî ev e."

    'YPGÊ DI 6 SALAN DE TI CARAN ŞERÊ TIRKIYÊ NEKIRIYE'

    Salih Muslim di berdewamê de wiha got: "HSD û YPG hêzên parastinê yên rewa ne û berevanîya erda xwe dikin. 6 sal in şer dikin û di nav van 6 salan de li hemberî Tirkiyê şer nekirine. Tirseke wiha ya Tirkiyê tune ye û li Rojhilata Navîn planên Tirkiyê yên li ser Rojava hene. Tirkiye ji ber xofa xwe ya Kurdan ti caran naxwaze Kurd destkeftinan bi dest bixin. Tirkiyê herwiha parçeyek ji axa Sûriyê jî dagir kiriye."

     

     

    Bi heman mijarî:

    HDP: Bêrêzîya li Ataturk nayê qebûlkirin
    Pentagon: Me hîn çekên HSDê radestî wan nekirine
    Lavrov bi hevkarê xwe yê Urdunî re agirbesta li Sûriyeyê axivî
    Rûsya: Welatên rojavayî bawer nakin Şamê çekên kîmyewî bikar anîye
    Yildirim: Em ê ji ber YPGê neçin şerê Amerîkayê nekin
    HSDê gundeki din ji DAIŞê rizgar kir
    Ûşakov: Dibe Pûtîn û Trump di lûtkeya G20ê de hevdîtin pêk bînin
    'Lavrov û Trump di hevdîtina xwe de çekdayîna YPGê axivîn'
    Etîketan:
    Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de