23:50 21 Sibat 2018
Zindî
    Nesrîn Abdullah

    Berdevka YPJê: Em ê çekan li dijî Tirkiyeyê bikar neyînin

    © Sputnik/
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 30

    Berdevka Yêkineyên Parastina Jin (YPJ) Nesrîn Abdullah destnîşan kir ku ligel Tirkiye dijminahiya wan dike jî, dîsa jî wê şerê Tirkiyeyê nekin.

    Berdevka Yêkineyên Parastina Jin (YPJ)  Nesrîn Abdullah, beşdarî bernameya Kurdistan 24ê bû û li wê derê derbarê alîkariya çekên giran ya DYAyê de axivî.

    Nesrîn Abdullah dibêje beriya niha jî koalisyona navnetewî ji wan re çek şandine û wan bi van çekan şerê DAIŞê kirine û got wê çekan li dijî Tirkiyeyê bikar neynin.

    ‘ÇEK WÊ BI RÊKEFTINAN BÊN TESLÎM KIRIN'

    "Haya herkesî ji biryarê heye û pêwendiya me ya bi DYAyê re jî berdewam e. Alîkariya çekan jî parçeyek vê pêwendiyê ye. Di çarçoveya rêkevftineke hevpar wê çekan radestî me bikin. Dema ku me çek teslîm standin em ê daxuyaniyekê bidin."

    ‘EM BAWERIN KU WÊ ÇEKÊN GIRAN BÊN DAYÎN'

    Nesrîn Abdullah di dirêjahiya axaftina xwe de destnîşan dike ku ew hêvî dikin ku DYA li gorî rewşa herêmê çekên hewce bide wan û wiha pê  de çû: "Her ku em ber bi Reqayê ve diçin em dibînin ku di destê DAIŞê de çekên giran û xurt hene. Divê li gorî vê yekê alîkarî bê dayîn. Divê çekên bên dayîn çekên giran bin, em hêvî dikin ku wisa bin."

    ‘DILÊ ME Û ŞERÊ TIRKIYEYÊ TUNE YE'

    Berdevka navborî biryara alîkariyê wekî di cih de şîrove dike û diyar dike ku heta biryareke derengmayiye û wiha pê de diçe: "Hêza ku bi awayekî bi bandor şerê DAIŞê dikin û hêza ku wê DAIŞê têk bibe hêzên me ye. Tirkiye di 6 salên dawî de gelekî dijberiya me dike. Ger dilê me û şerê wan hebûya wê rewş cuda bûya. Tevî van tiştan me şerê li dijî Tirkiyeyê nekir rojeva xwe. Hem ji bo têkiliyên cîrantiyê û hem jî bo parastina sînoran em gelek baldar tevgeriyan. Em ê van çekan li dijî Tirkiyeyê bikar neynin. Lewra ti caran dilê me û şerê Tirkiyeyê nebû."

    Bi heman mijarî:

    Muslîm: Polîsên alman alayên YPG û YPJ qedexe kirine lê kes dengê xwe nake
    YPJ: Me bersiva bombebarana Tirkiyeyê da
    Di merasîma cenazeyên swêdiyan de alên YPG û YPJ hat daleqandin
    YPJ: Pêngava Reqqayê, di zanista parastina demokratîk de pêş dikeve
    YPJ akademiyeke leşkerî ji bo jinên ereb didamezirîne
    Etîketan:
    çekên giran, nesrîn abdullah
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de