13:43 24 Hezîran 2018
Şervanên YPGê yên girêdayî HSDê li nêzîkî Reqqayê

Berpirsa YPJê: Bi şerê me yê li dijî DAIŞê, Tirkiye jî hat parastin

© Sputnik / Hikmet Durgun
Sûriye
Lînkê kurt
0 41

Foza Yûsif, Hevseroka Desteya Cîbicîkirin a Federala Bakurê Sûriyeyê, destnîşan kir ku bi şerê wan ya li dijî DAIŞê re, Tirkiye jî hatiye parastin û got:"Diviyabû Tirkiye bi hevkarîya kurdan re li Rojhîlata Navîn û di qada navnetewî de têkiliyên xwe baştir bikira."

Foza Yûsif, Hevseroka Desteya Cîbicîkirin a Federala Bakurê Sûriyeyê, biryara alîkariya çekên giran ya DYAyê ya bo YGPyê, servîsa kurdî ya Radyoya Dengê Amerikayê re nirxand û got:"Li dijî DAIŞê YPG, YPJ û Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD, têkoşînekî bêhempa didin û ji bo vê jî biryara alîkariya çekên giran ya DYAyê ya YGPyê bo me pir giring e.  Dê bandora vê biryarê li Herêmê mezin be. Ji lewre tê zanîn ku hevkarîya navbera YPG û Hêzên Koalîsyona Navnetewîyî yê li dijî DAIŞê, serkeftinêk mezîn bi xwe re anî." Yusifê da zanîn bi biryara DYAyê, ji bo operasyona Reqa ya ku DAIŞ wekî ‘paytext' qebûl dike, serkeftînêk mezîn dê bi xwe re bîne. Li aliyê siyasi jî, dê ji bo derbaskirina krîza Sûriyeyê peşketinêk mezîn be."

LI DIJÎ DAIŞÊ KURD AKTORÊN GIRÎNGIN

Foza Yûsif berdewama axaftina xwe de wiha dibêje:" Herkes pê dizane ku li hember DAİŞê kurd hêzêkî pir girîng in. Hêzên bingeh ku li dijî terorîstan parastina gel û ewlahiya hêrêmê dikin YPG û YPJ ne. Lê mixabin, ji ber berjewendîyên hêzên navnetewêyî û zextên Tirkiyeyê, li hêrêmê bandora YPGyê ne dihat xuyakirin. An jî em bêjin ne dixwestin ku ev rastî bê xuyakirin. Lê belê bi pesendkirina Donalt Trumpê Serokê Amerîkayê re ev biryara alîkariya çekên giran ya DYAyê ya bo YGPyê ji bona xuyakirina bandora hêzên kurdan li hêrêmê jî pir pewist e"

NEYARTIYA HEMBER KURDAN TU FEDE NADE TIRKİYÊ

Foza Yûsif, Hevseroka Desteya Cîbicîkirin a Federala Bakûrê Sûriyeyê, hêrî dawî dibêje ku neyartiya bi kurdan wê tu feyda nede Tirkeyeyê û wiha dibêje: "Eger Tirkiye bi kurdan re itifaqeqe demokratîk bikira, ez bawerim ku, wê rewşa Tirkiye di xala asta baş de bû ya. Diviyabû Tirkiye bi hevkarîya kurdan re li Rojhîlata Navîn û di qada navnetewî de têkiliyên xwe baştir bikira. Ji ber ku kurd li hêrêmê, hêzêkî bingeh in. Ji ber ku gava ku hûn dinêrin hêzên din belav in û hevî nadin. Kurd dijminatî bi Tirkiyeyê re nakin û tu zararê wan li Tirkiyeyê nîn e. Kurd tenê bi hev re, bi jiyanekî demoktatîk de mafên xwe û azadiya xwe dixwazin."

Bi heman mijarî:

Tirkiye kengî biryara çekşandina Amerîka bo YPGê bihîst?
Cebar Yawer: Amerîka bi 200 milyon dolaran 2 lîwayên pêşmerge pirçek dike
Amerîka wê kijan çekan bide YPGê?
Amerîka welatiyên xwe ji bo neçûna Koreya Bakur hişyar kirin
Amerîka dixwaze hin leşkerên din bişîne Afxanistanê
Beriya operasyona Reqqayê Amerîka çekên nû da YPGê
Etîketan:
YPJ, YPG, Sûriye, Tirkiye, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de