16:54 19 Hezîran 2018
HSD

HSD: Biryara alîkariya çekan nîşaneya serkeftina me ye

© REUTERS / Rodi Said
Sûriye
Lînkê kurt
0 31

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) biryara alîkariya çekên giran ya DYAyê ya bo wan wekî 'biryareke dîrokî' bi nav kir.

Hikmet  Durgun

Hêj ku gengeşiyên li ser biryara alîkariya çekan ya Serokê DYAyê Donald Trump ya bo HSDê ku endamên YPGê jî di nav de ne berdewam dikin, Berpirsê Têkiliyên Derve yê HSDê Ebdilezîz Yûnis nirxandina biryarê ji Sputnikê re kir û got biryareke dîrokî ye û wê bike ku DAIŞ di demeke nêz de têk biçe.

‘BIRYARA ALÎKARIYÊ NÎŞANEYA SERKEFTINA ME YE'

Ebdilezîz Yûnis diyar dike ku ew ji alîkariya çekên giran gelekî kêfxweş bûne û wiha pê de çû: "Bi saya van çekan wê DAIŞ di demeke nêz de têk biçe, em ê pişta rêxistinê bişkînin. Herwiha wê rizgarkirina Reqayê jî bilezîne. Bi rastî biryareke di cih de ye û nîşaneya baweriya bi me ye ye. Ev biryar nîşaneya serkeftina me ya li dijî DAIŞê ye."

‘DAIŞ WÊ LI BER XWE BIDE, PÊDIVÎ BI ÇEKÊN GIRAN HENE'

Yûnis di dirêjahiya axaftina xwe de diyar kir u wê çekên giran di demek nêz de bigihêje ber destên wan û got: "Pêdiviya me bi kîjana hebin dê ew bêne şandin. Reqa bajarekî stratejîk e bo DAIŞê lewma jî wê DAIŞ li nava bajêr li ber xwe bide. Lewma divê çekên me yên giran hebin. Tank, obus, moşek û gelek çekên din yên giran."

Bi heman mijarî:

Binalî Yildirim ji bo YPGê bersiva DYAyê da: Heşê me ne tevlihev e
Wezîrê Berevaniyê yê DYAyê bo Reqayê li wezîrê tirk geriya
Artêşa tirk bersiva DYAyê da
Berdevka YPJê bertek da DYAyê: Em ê hêzên xwe bikşînin
Etîketan:
biryara şandina çekên giran, hsd
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de