01:52 25 Hezîran 2018
Korîdora însanî ya Helebê

‘HSD bi daxwaza koalîsyonê 11 navçeyan radestî Artêşa Azad dike’

Sputnik
Sûriye
Lînkê kurt
0 04

Hat îdiakirin ku li ser daxwaza Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, dê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 11 navçe û deverên li bakurê Helebê radestî Lîwaya El-Muitesim a ser bi Artêşa Azad a Sûriyê bike.

Serokê Polîtburoya Lîwaya El-Muitesim Mistefa Sêcerî li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî desthilat dane Lîwa Elmuitesim ku 11 navçeyan ji destê HSDê werbigire.

Sêcerî diyar kir, navçeyên ku dê radestî wan werin kirin, li gundewarê bakurê Helebê ne ku navê wan jî Malikiye, Şewaxir, Merenaz, Minnx, Eyn Deqne, Til Refhet, Şêx Îsa, Herbil, Kefir Nasih, Mirêmîn û Dêr Cemal in.

Sêcerî di twîta xwe de wêneyê biryara radestkirina navçeyan û dayîna desthilata wan cihan bi Lîwaya El-Muitesim weşandiye û gotiye: "Piştî kar û erkên zêdetir ji 2 meh û nîvan, ev nivîs ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve hat derxistin. Armanca sereke vegerandina 300 hezar koçberan e."

Li ser vê daxuyaniya Lîwaya El-Muitesim, HSDê hîn ti daxuyaniyek nedaye û radestkirina wan deveran piştrast nekiriye.

 

Bi heman mijarî:

Cebar Yawer: Amerîka bi 200 milyon dolaran 2 lîwayên pêşmerge pirçek dike
Amerîkayê 10 milyon dolar xelat bo serkirdeyê El Nûsrayê danî
Lavrov: Li ser amadekariya hevdîtina Pûtîn-Trump a Lûtkeya G-20an hat axaftin
Fermandarê Amerîkî: Dibe ku dayîna çekên YPGê destpê kiriye
HSD: Me bajar û bendava Tebqayê kontrol kir
Rûsya: Dibe em çekên din jî bişînin Sûriyeyê
Etîketan:
Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de