10:50 26 Gulan 2018
Fermandarê amerîkî û şervanên YPGê

Serbazên amerîkî tevlî merasîma sondxwarin a YPGê bûn

© REUTERS / Rodi Said
Sûriye
Lînkê kurt
0 20

Li gorî wêne û dîmênên ku ketine ajansan, serbazên amerîkî ku li Rojava bi cih bûne tevlî merasîma sondxwarin a YPGê bûn.

Serbazên amerîkî yên pispor ku ji bo şêwirmendiyê li Rojava hatine bicihkirin, duhî tevlî merasîma sondxawrin a şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûn.

Merasîma sondxwarinê li baregeha navendî ya YPGê li herêma Qereçokê ku demek berê balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê ew der bombebaran kiribûn birêve çû. Merasîma sondxwarinê ji bo tevlîbûna 250 jinên kurd û ereb hat lidarxistin û serbazên amerîkî yên li herêma Hesekê jî beşdar bûn.

Li gorî wêne û dîmênên ku li medyaya civakî belav bûne leşkerên amerîkî li pişt qada merasîmê sondxwarinê temaşe dikin û naxwazin wêneyên wan werin girtin.

Bi heman mijarî:

Leşkerên Amerîkî dê piştî operasyona DAIŞê Iraqê biterikînin
Dîmenên leşkerên amerîkî ji bajarên Qamişlo û Amûdê
Leşkerên amerîkî bi kurdî perwerde didin şervanên YPGê
Fermandarê amerîkî: "Li Sûriyeyê pêwistiya me bi leşkerên zêde heye"
Leşkerên amerîkî û tirk ji bo vekolîna YPGê çûne Minbicê
Etîketan:
Serbazên amerîkî, HSD, YPG, Hesekê, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de