23:17 25 Gulan 2018
penaber-sivîl-koçber-rizgarkirin-reqa

Zêdetirî 930 penaberî gihîştin herêma Efrînê

© Sputnik / Hikmet Durgun
Sûriye
Lînkê kurt
0 11

Li gorî çavkaniyên herêmî, duhî zêdetirî 930 penaberên ji Şahbayê ku ji ber DAIŞê reviyan xwe spartin herêma Efrînê.

Li gorî zanyariyên berdest, rojane bi sedan penaberên ku ji herêmên cuda yên Sûriyeyê ji ber kiryarên rêxistina terorîst a DAIŞê û grûbên çekdar direvin û xwe dispêrin Efrînê. Duhî jî 930 koçber ji herêma Ezaz, El Bab, Dêra Zorê, Dêr Hafir, Soran, Meskenê,

Reqqa, Bûkemal û ji Tedmurê gihîştin Efrînê. Piraniya koçberan li kampên Şahba û Robar bi cih bûn.

Ev herêmên navborî ku ji terefê hêzên çekdar û grûbên terorîst ve hatin dagirkirin pêla koçberiyê ber bi herêmên aram ve her diçe zêdetir dibe.

 

 

Bi heman mijarî:

MSDê li bajarokek Efrînê bûro vekir
Tirkiye kerwanekê din yê leşkerî sewqî sînorê Efrînê kir
Artêşa Tirk êrîşên xwe li dijî Kantona Efrînê berfireh kirin
TSKê 10 topên hawanê avêt gundê Efrînê, YPGê bersiv da
Li Efrînê gelek kes dest bi greva birçûbûnê kirin
Etîketan:
Rêxistina terorîst a DAIŞê, grûbên çekdar, Penaber, Efrîn, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de