12:50 25 Îlon 2017
Zindî
    Artêşa Sûriyê

    Artêşa Sûriyeyê li sînorê Libnanê qadeke 113 kîlometroyî kontrol kir

    © Sputnik/ Mikhail Voskresenskiy
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 46 0 0

    Li gorî çapemeniya Sûriyeyê, artêşê li sînorê Libnanê herêma Kalamun Al Garbi ji milîtanan paqij kir û qadeke 113 kîlometroyî xiste bin kontrola xwe.

    Li gorî nûçeyê hêzên xwebexş û yekîneyên artêşê yên ku li derdora Şamê bûn herêma Kalamun Al Garbi ji grûbên terorîst paqij kir. Herêma Al Garbi bi herêma Zabadanî ku berê hatibû kontrolkirin re gihandin hev. Bi vî awayî artêşa Sûriyeyê li sînorê Libnanê qadeke 113 kîlometroyî xiste bin kontrola xwe.

    REWŞA XETA SÎNOR A LIBNANÊ

    Dirêjahiya sînorê Sûriyeyê bi Libnanê re 356 kîlometro ye. Qismekî mezin ê herêma sînor di destê artêşa Sûriyeyê de ye, lê hinek hinek dever jî di bin kontrola milîtanên çekdar de ne.

    Rêvebiriya Sûriyeyê berê bi milîtanên ku li herêma Zabadaniyê bûn li hev kir û milîtan bi malbatên wan re bi awayekî ewlehî ew gihandin bajarê Idlîbê û ew li wir bi cih kirin.

    Bi heman mijarî:

    Dibe plana herêma bê şer ya Sûriye yê nû ji ber YPGê pêk neyê
    Erdogan: Ew nezanên li Bakûrê Sûriye dê tu caran nikaribin dewletekê ava bikin
    Amerîka: Em ji êrîşên Tirkiyê yên ser Sûriye û Iraqê gelekî bifikar in
    'DYA ji bo têkbirina Hikumeta Sûriye çi ji dest bê dê bike'
    Lavrovî Sûriye bi bîr anî û hişyarî bo Koreya Bakur da
    Pûtîn bi Konseya Ewlehiyê re rewşa Sûriye û têkiliyên bi Amerîkayê re şêwirîn
    Etîketan:
    Milîtanên çekdar, Artêşa Sûriyeyê, Şam, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de