22:10 21 Sibat 2018
Zindî
    Nesrîn Abdullah

    PYD- YPG xwest ku herêmên ji firînê re qedexe, bên îlankirin

    © Sputnik/
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 70

    Piştî ku Tirkiye bi ser YPG de êrîşeke hewayî pêk anî, YPG û PYD ji bo ku ev êrîş dubare nebin herêmên ku ji firînê re hatine qedexekirin dixwazin.

    Hîkmet Durgun

    Berdekva YPJê Nesrîn Abdullah ku ji Sputnikê re peyivî, da zanîn ew herêmek ji firînê re hatiye qedexekirin dixwazin. Her wiha berpirsê PYD Ewwas Elî jî got:"Em naxwazin li ser sînorên me tu balafir bifirin." YPG ji bo ku careke dî rastî êrîşên Tirkiyeyê nebe ji berpirsên Koalîsyonê herêmên ewle dixwaz e. Lê diyar e ev tişteke dijwar e, ji ber ku Tirkiye jî niha amadekarî dike ku li dijî YPGê êrîşên nû bike. Her, Tirkiye dixwaz e di demên pêşiyê de bi ser Efrîn û Tel Abyadê de jî êrîşên nû bike.

    'JI BO PÊŞÎLÊGIRTINA ÊRÎŞAN MERTAL PÊWIST IN'

    Derbarê mijarê de Berdevka YPG- YPJê Nesrîn Abdullah beyanatek da Sputnikê. Abdullah wiha dibêje:"Daxwaziyên me di vê çarçoveyê de ye. Her wiha em ji bo ku pêşî li ber êrîşan bigirin mertalan dixwazin. Em ewlehiyek mîsoger dixwazin. Divê xelkê me ji êrîşan bên parastin. Divê hêzên koalîsyonê me biparêz in. Cihê ku ji aliyê me ve hatine rizgarkirin divê bêne parastin." Abdullah her wiha dibêje: "Em li dijî êrîşan, çekan dixwazin. Tirkiye bi êrîşên bi ser me de ne tenê xelkê kurd, her wiha hemû xelkên sûriyeyê dixe bin xetereyê."

    'DIVÊ HEMÛ SÎNOR BÊNE PARASTIN'

    Beprisê PYDê Ewwas Elî jî, da zanîn ew li Bakûrê Sûriyeyê û seranserê sînorê de herêmên ewle dixwazin û wiha got:"Em vê daxwaziya xwe tim tînin ziman. Bila balafirên tu kesî nikaribin li ser sînorên me bigerin. Daxwaziya xelkê me jî ev e. Lê heya niha ji bo vê mijarê, tu gavek nehatiye avêtin. Divê Koalîsyon sînorên me biparêz in. Divê destûra firînê nedin tu kesî."

     

    Bi heman mijarî:

    YPG hejmara êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava eşkere kir
    YPG ji ber Recim Silêbê Tirkiyeyê sûcdar kir
    YPG:Emê bi awayekî tund bersiva êrîşên Artêşa tirk bidin
    YPG: ‘Di êrîşê de 20 şervanên me jiyana xwe ji dest dan'
    Erdogan: Em ê nehêlin, YPG û PYD dewletekê ava bikin
    YPG: Êrîşên artêşa Tirk ên li ser Rojava berdewam dikin
    Berdevka Xezeba Firatê: YPG û HSD naxwazin şerê Tirkiyeyê bike
    Di merasîma cenazeyên swêdiyan de alên YPG û YPJ hat daleqandin
    Etîketan:
    YPG, PYD, Nesrîn Abdullah, Tel Abyad, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de