06:39 18 Hezîran 2018
Kurd - Rojava - Dirbêsiyê - Al

23 partiyên li Rojava daxwaza herêma ewle kirin

© REUTERS / Rodi Said
Sûriye
Lînkê kurt
0 30

23 partiyên siyasî û rêxistinên sivîl yên Rojava daxwaza herêma ewle kirin.

23 partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ku Tevgera Civaka Demokratîk (TEVDEM) jî di nav de, ji  Koalisyona Navdewletî xwestin ku li Rojava herêma ewle kirin.

Partiyên siyasî, rêxistin û tevgerên bajarê Qamişlo Desteya Niştîmanî Ere, Partiya Modernîteya Demokratîk li Sûriyê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Kedkaran a Kurdistanê, Partiya Kesk a Kurdistanê, Partiya Yekîtiya Suryanî, Partiya Aşûrî ya Demokratîk, Partiya Guhertin a Demokratîk a Kurdistanê, Partiya Lîberal a Kurdistanê, Tevgera Nûkirin a Kurdistanê, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê(El-Partî), Tevgera Referendom a Sûriyê, YCRê, Partiya El-Partî a Demokratîk a Kurdistanê-Sûriyê, Kongreya Star, Partiya Yekîtiya Kurdistan, TEV-DEM, Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê, derbarê bombebarana balafirên Tirk a li ser herêma Bakurê Sûriyeyê û herêma Şengalê daxuyaniyek hevpar belav kirin.

'ÊRIŞ WÊ ALOZIYAN KÛR BIKE'

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku Tirkiye êrişên xwe yên li dijî Rojava rawestîne û hat diyarkirin dewama êrişan dê bibe sedema kûrbûna aloziya herêmê.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî hate kirin û jê hat xwestin ku ew erka xwe ya parastina aramiya giştî herêmê pêkbîne. Herwiha ji koalîsyona navnetewî hat daxwaza herêmên ewle li Rojava hate kirin.

Bi heman mijarî:

CHP bo êrişa Şingalê: Pêngaveke derengmayî û erênî ye
Amerîka: Em hevdîtin bo rageşiyên li Rojava û Şingalê pêk tînin
YNK: Yek xwediyek Şingalê heye ew jî Hikumeta Kurdistanê ye
Qeymeqam Mehma Xelîl: Bila Tirkiye û PKK şerê xwe neyînin Şingalê
Qeymeqamê Şingalê: Em midaxeleya Tirkiyeyê qebûl nakin
YJŞ: Em ê li Şingalê xweseriyê ragihînin
Etîketan:
herêma ewle, rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de