14:38 22 Îlon 2017
Zindî
    HSD

    HSD: Hemû rêyên stratejîk ên diçin Reqqayê hatin kontrolkirin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 9260

    Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku hemû rêyên stratejîk ên diçin paytexta DAIŞê Reqqayê hatine kontrolkirin.

    Berdevkê HSDê Cîhan Şêx Ehmed li ser mijarê wiha axivî: "Me hemû rêyên hinardekirinê yên DAIŞê girtin. Me rêya girêdayî Iraqê li Deyr-Ez-Zorê vedibû girt û me rojhilatê Reqqayê kontrol kir. Bi êrîşa ser Tebqayê re hemû rêyên sewqîyatê hatin girtin. Herwiha me rêyên navbera Tebqa-Reqqa û Şamê xistin kontrola xwe."

    'LI REQQAYÊ JI ÇARALÎ VE HATINE DORPÊÇKIRIN'

    Ehmed diyar kir, DAIŞ parastina bakurê Reqqayê berdewam dike û got, "Êdî wê DAIŞ nikaribe veguheztina hêzê û cebilxaneyan pêk bîne. Ji çaralî ve hatin dorpêçkirin."

    'HÊZÊN KURDÎ BER BI BAJÊR PÊŞVE DIÇIN'

    Ehmed da zanîn, "Milîtanên DAIŞê ber bi navenda Reqqayê ve paşve dikişin û hewil didin li nav bajêr şer bidin destpêkirin. Di vê navberê de jî hêzên Kurdî pêşveçûna xwe ya ber bi bajêr ve didomînin."

    HSD PENGAVA ÇAREM A OPERASYONA REQQAYÊ DIDOMÎNE

    HSDê qonaxa yekem a operasyona Xezeba Firatê 5ê Mijdara 2016an ji bakurê Reqqayê ve, qonaxa duyem 10ê Berfanbara 2016an ji rojavayê Reqqayê ve, qonaxa sêyem 4ê Sibatê ji herêma Silukê ve û qonaxa çarem jî çend roj berê dabû destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Tevgera leşkerî ya li sînorê Koreya Bakur parçeyekî tedbîkatê ye
    Festîvala Bafirokan li Mêrdînê berdewam dike
    Bîlançoya 12 rojê dawî yê pêngava 4emîn a Xezeba Firatê
    PDKê nêrîna YNKê ya liser referandûm û parlamentoyê eşkere kir
    Li Pasûrê qedexe hat ragihandin û hin kes hatin desteserkirin
    Runiştina doza Riza Sarraf sibe dest pê dike
    Etîketan:
    Reqqa, HSD, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de