20:40 24 Îlon 2017
Zindî
    Hêzên Sûriya Demokratîk HSD

    Bîlançoya 12 rojê dawî yê pêngava 4emîn a Xezeba Firatê

    © REUTERS/ Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 3721

    Hate raghandin ku di Pêngava 4emîn a Hemleya Xezeba Firatê ku hedefa wê rizgarkirina Geliyê Celab ê bakurê Reqqayê ye bi dehan terorîstên DAIŞê hatin kuştin û gelek gund hatine rizgarkirin.

    Pêngava 4emîn a Hemleya Xezeba Firatê ku hedefa wê rizgarkirina Geliyê Celab ê bakurê Reqqayê ye kete roja 12an. Di nava van 12 rojan de gelek gund û bajarok hatin rizgar kirin û 84 teorîstên DAIŞê jî hatin kuştin.

    HSDÊ JI DU BASKAN HEMLEYÊ DOMAND

    Pêngava 4emîn a Xezeba Firatê bi du baskên rojava û rojhilat dest pê kir. Baskê Rojhilat ji gundê Muêzîla, baskê rojava jî ji gundê Cubil Şeîr ketin hereketê. Li gorî agahiyên ku ji ser malperên nêzî YPGê hatine girtin, li baskê rojhilat ê Muêzîla û gundê Mişêrfa yê rojava teroristên DAIŞê bi erebêyên teqemeniyê û êrîşên xwekuj hewl dan pêşveçûna şervanên HSDê asteng bikin. Lê tevî van hewldanan, hemle ranewestiya û pêşveçûn didome.

    Di encamê de li vî baskî, gundên Mişêrfa rojhilat, Rihaniyet, Bîr Cerbo, Cerwa, Hetaş, Mezra Hikûmî, û herî dawî bajaroka Hezîmê, hatin rizgarkirin.

    PIREK HAT ÇÊKIRIN, SIVÎL DERBASÎ HERÊMÊN EWLE BÛN

    Herwiha hat amajekirin ku 5 rojên dawî  tevî wan êrişê DAIŞê, li baskê rojava di navbera gundê Um Tenek û Kebîşa Rojava de, pirek hate çêkirin, şervanên HSDê derbasî aliyê din bûn û rêya xilaskirina koçberan Raqayê, Meskenê û Til Efer ya Iraqê, hate vekirin û di heman rojê de 10 hezar koçber derbasî heremên ewle bûn.

    Piştî rizgarkirina sivîlan gundê Um Tenek, Royan, herî dawî jî di roja 11emîn de bajaroka Mezra Tişrîn, rizgar kirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Berdevka Xezeba Firatê: YPG û HSD naxwazin şerê Tirkiyeyê bike
    Berdevka Xezeba Firatê: Piştgiriya Hevpeymana Navdewletî bo HSDê zêde bûye
    Berdevka Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed: Tu ziyan negihiştiye bendavê
    Şervanên Xezeba Firatê 2 gundên din rizgar kirin
    Şervanên Xezeba Firatê gihîştin Çemê Firatê
    Etîketan:
    pêngava 4emîn, xezeba firatê, hsd, daiş
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de