00:41 18 Çile 2018
Zindî
    HSD

    HSD: Du bajarok hatin rizgarkirin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 71

    Li gorî daxuyaniya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê şervanên HSDê bajarokên Hezîme û Mezreya Tişrîn rizgar kirin û yek jê emîr 49 milîtanên terorîst hatin kuştin.

    Li gorî zanyariyên berdest, di encama şer de yek jê emîr bi giştî 49 milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin kuştin. Termê terorîstan ket destê şervanan. Şervanan di şer de derdora Mezra Hikumiyê bi temamî paqij kirin. Her wiha bajaroka Hezimê û bajaroka Mezra Tişrîn a li bakurê Reqqa ji komên terorîstên DAIŞê hatin rizgarkirin.

    HEMLEYA OPERASYONA 11 ROJ IN BÊ NAVBER DIDOME

    Şervanên HSDê li herdû gundan xebatên paqijkirin û lêgerînê dan destpêkirin. Di pêngava 4emîn a hemleya Xezeba Firatê ku ev 11 roj in bê navber ji bo rizgarkirina bakurê Reqqayê hatiye destpêkirin heta niha gundên Mişerfa bakur û başur, Hetaşe, Rihaniyat, Kebiş a başur û rojhilat, Royan, Um Tenek, Mezra Hikumiyê, Bîr Cerbo, Cerwa û 4 mezre, herwiha bajarokên Tişrîn û Hezîme jî hatine rizgarkirin.

    Bi heman mijarî:

    'HSD û hevpeyman amadekariya kontrolkirina Dêra Zorê dikin'
    HSD kete nava bajarê Tebqayê û şer û pevçûnên dijwar diqewimin
    HSD: Balafirên koalîsyonê bi şaşî li şervanên me dan, em lêkolîna bûyerê dikin
    Berdevka Xezeba Firatê: YPG û HSD naxwazin şerê Tirkiyeyê bike
    HSD: Êrişa DAIŞê hat şkandin 10 kes hatin kuştin
    Etîketan:
    Operasyona bajarê Reqqayê, Hêza Sûreyiyeya Demokratîk (HSD), Rêxistina terorîst a DAIŞê, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de