02:54 23 Hezîran 2017
Zindî
    Sûriye

    Esad şertên hevdîtinên bi mixalefetê re eşkere kir

    © REUTERS/ Omar Sanadiki
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 5121

    Serokdewletê Sûriyê Beşar Esad şert û mercên hevdîtinên bi hemû aliyên mixalefeta Sûriyê ya ‘xwedî hêzekê li erdê’ re eşkere kirin.

    Esad ji Spûtnîkê re ragihand ku ji bo bidawîkirina kuştinkariyê ew amade ne bi hemû aliyên li erdê xwedî hêzekê ne re biaxivin.

    Serokdewletê Sûriyê Esad pêvajoya Astanayê wekî hevdîtinên herî bi bandor ên bi mixalefeta çekdar re nirxand û got ku rûniştina ser maseyê ya bi aliyên ti bandoreke wan li ser rewşa heyî nîne re windakirina demê ye.

    ESAD: EM AMADE NE BI HEMÛ ALIYAN RE RÛNIN

    Esad wiha axivî: "Em di vê mijarê de gelekî pragmatîk in. Bi hemû aliyên ku van her du rêyan biguherînin re em amade ne rûninin: Ya yekê rawestandina kujeriyê ye. Ev ne ji bo hikûmetê tenê ji bo hemû Sûriyeyîyan daxwaza serekî ye."

    'HEVDÎTINA BI MIXALEFETA ÇEKDAR RE NE TERCÎHA ME YE, LÊ RÊBAZEKE BI BANDOR E'

    Beşar Esad bal kişand ser ku her çiqas ne tercîha wan be jî ew bi mixalefeta çekdar re li Astanayê ketine nav danûstandinê û wiha domand:

    "Hûn dikarin her çi bixwazin biaxivin. Destûra bingehîn, pêşeroja Sûriyê, sîstema siyasî, sîstema aborî anku her tiştê ku rastbîn de dikarin biaxivin. Di demeke wiha de ev ne zehmet e. Lê bêyî seqamgeriyê (îstiqrar) hûn nikarin di ti tiştekî di bi ser bikevin û di hevdîtinan de tiştekî bi dest bixin. Lewma jî min got ku me bi mixalefeta çekdar re (Astana) hevdîtinên rasterast kirin. Ev ne tercîha me ye, lê ji bo niha rêbazeke bi bandor e."

     

    Bi heman mijarî:

    Li Colemergê çandina şitlan hat qedexekirin
    Koreya Bakur: Em ji şerê total ya bi Amerîkayê re amadene
    Balafirên Îsraîlê bi moşekan êrîşî Sûriyê kir
    Qesra Spî: Trump ji firînên balafirên rûsî yên nêzîkî Alaskayê haydar e
    ‘Plansazê êrîşa Reînayê Ozbekî li Sûriyê hat kuştin’
    DYA: Di êrîşa Talîbanê de bi kêmî 50 leşkerên Afganî hatin kuştin
    Pîlotên rûsî li Ermenistanê tetbîqat li dar xistin
    Etîketan:
    Esad, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de