05:37 25 Îlon 2017
Zindî
    esad

    Esad: 'Daxwaza xweseriyê ya hêzên kurdan di şertên şer de asayî ye'

    © REUTERS
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 18831

    Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ji Sputnikê re axivî û derbarê daxwaza xweseriyê ya li bakurê Sûriyeyê ya hêzên kurdan de got: "Eger em di dema aştiyê de behsa xweserî, konfederasyon an jî tiştek din bikin, divê ev yek di çerçoveya makeqanûna bingehîn de pêk bê."

    Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad destnîşan kir ku daxwaza xweseriyê ya li bakurê Sûriyeyê ya hêzên kurdan di şert û mercên şer de asayî ye, lê sedema vê yekê di dema aştiyê de jî tine ne.

    Esad di hevpeyvîna xwe ya li gel Sputnikê de diyar kir ku niha herêmên kurdan ku dikeve bakurê Sûriyeyê ne di bin kontrola Şamê ye û got: "Eger em di dema aştiyê de behsa xweserî, konfederasyon an jî tiştek din bikin jî, ev yek di çerçoveya makeqanûna bingehîn de dê pêk bê. Lewre Sûriye welateke ku meshebên cuda, ol, komên etnîkî û çandên cuda diafirîne ye. Ji ber vê yekê tu kes nikare derbarê pêşeroja Sûriyeyê de bi serê xwe biryarê bide, ji bo vê yekê hewce bi biryara hevpar heye."

    Esad da zanîn ji ber vê yekê bo daxwaza kurdan ji bo xweseriyê divê li benda muzakereyên makeqanûna nû bisekinin.

    Bi heman mijarî:

    Esad: Êrîşa li hemberî otobêsa sivîlan Feth el Şam pêk anî
    Esad: Ku terorîst stratejiya xwe biguherînin dê pêwistiya me bi hêzen bejayî yê rûsî hebe
    Haddad: Malbatên suriyeyî navê Putin li zarokên xwe dikin
    Wezîrê Berevaniya Amerîkayê: Çekên kîmyewî yên Sûriyê hîn jî hene
    Baydemir derbarê encamên referandumê de: Ne rewa ye, em ê serî li DMME û DMê bidin
    Etîketan:
    daxwaz, kurd, xweserî, Sputnik, Beşar Esad, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de