14:52 26 Nîsan 2017
Zindî
    Beşar Esad

    Esad: Êrîşa li hemberî otobêsa sivîlan Feth el Şam pêk anî

    © REUTERS/ SANA
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 730

    Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ji Sputnikê re axivî û derbarê êrişa li dijî texliyekirina otobêsa sivîlan ya ji Helebê yê hefteya borî ku di encamê de herî kêm 70 kes jiyana xwe ji dest dabûn de ragihand ku mîlîtanên Feth el Şamê pêk anîne. 'Ez bawerim di vê mijarê de hemû kes hemfikir in'.

    Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad eşkere kir ku li pişt êrişa li dijî otobêsa sivîlên ku ji Helebê dihatin texliyekirin yê hefteya borî, rêxistina Feth el Şam (Navê berê El Nusra) heye.

    Esad di hevpeyvîna xwe ya li gel Sputnikê de got: "Terorîstan êrişî otobesê kirin û wan şewitandin. Di dîmenên li ser internete de ‘Tê gotin ku sivîlên ku dixwazin van otobêsan bikar bînin emê bikujin û em ê destûrê nedin ku peymana aştiyê pêk were.' Tiştên ku digotin jî kirin. Kiryarê vê yekê mîlîtanên Feth el Şamê bûn."

    Li nêzî kerwana otobesa sivîlên ku ji bajarokên Fua û Kefraya ku piraniya wan şîe ne yên Helebê, teqîn rû da bû.

    Li gorî haydariyen ku Sputnikê bidestxistin, di teqînê de 70 kes jiyana xwe ji dest dabûn, 130 kes jî birîndar bibûn.

    Bi heman mijarî:

    Şêx Cefer: Programek me ya bihêz heye ku em yekitiya peşmerge ava bikin
    Haddad: Malbatên suriyeyî navê Putin li zarokên xwe dikin
    Wezîrê Berevaniya Amerîkayê: Çekên kîmyewî yên Sûriyê hîn jî hene
    Esad: Ti ferqa êrişên terorîstan û destwerdana leşkerî a DYA û Tirkiyeyê ji hev nîn in
    Haddad: Şam li dijî parçebûna Sûriyeyê ye
    Etîketan:
    mirî, otobês, sivîl, êriş, Sputnik, Beşar Esad, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de