17:24 20 Tîrmeh 2017
Zindî
    به‌شار ئه‌سه‌د

    Esad bertek nîşanî NY da: Li Sûriyeyê ne bi 100 hezaran bi 10 hezaran însan mirin

    © Foto: سه‌رۆکاتیا ده‌وله‌تا سووریه‌یێ
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 2311

    Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad bertek nîşanî Neteweyên Yekbûyî (NY) da û ragihand ku li Sûriyeyê ne bi 100 hezaran bi 10 hezaran însan mirin.

    Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de bertek nîşanî Neteweyên Yekbûyî (NY) da û ragihand ku doneyên ber destê wan ne rast in, li Sûriyeyê ne bi 100 hezaran bi 10 hezaran însan mirine.

    Beşar Esad di axaftina xwe de got: "Bi awayekî giştî tenê em dikarin li ser doneyên fermî biaxivin. Wekî ku we ji çapameniyê guhdar kiriye li Sûriyeyê ne bi 100 hezaran bi 10 hezaran însan mirine. Helbet em dikarin kesên ku agahî ji wan nayê wergirtin jî têxin hisab. Ev doneyên fermî ne. Lê dewletên rojavayî kuştiyên terorîstan jî dixin nava van."

    'GELEK TERORÎST Jİ DERVEYÊ WELAT TÊN'

    Esad di berdewamiya axaftina xwe de got: "Gelek terorîstên ku hatine kuştin ji terefê dewletê ve weke kesên kuştiyên sivîl nayên dîtin. Heman tişt ji bo çekdarên biyanî ku têne Sûriyeyê şer dikin jî derbas dibe. Dibe ku hejmara wan bigihîje 10 hezaran heta belkî bi 100 hezaran bin jî."

    ‘DIXWAZIN VAN DONEYAN JI BO MUDAXELEYA SÛRIYEYÊ BI KAR BÎNIN’

    Serokê Sûriyeyê di dirêjiya axaftina xwe de got: “Ev reqemên ku saziyên çapameniyên ewropî didin nerast in. Van reqeman zêde dikin û dinepixînin ji bo ku bêjin rewş gelekî bi xeter û sedemeke mudaxeleya Sûriyeyê çêbikin. Lewra em wekî dewlet û hikûmata fermî ya Sûriyeyê dikarin bêjin bi 10 hezaran însan jiyana xwe ji dest daye.”

    Beşar Esad di dawiya axaftina xwe de got: "Di destê Neteweyên Yekbûyî (NY) de amûr û ekîpmanên ku bikaribe hejmara kuştiyan rast bide tuneye, lewma em van doneyên wan qebûl nakin."

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Astengkirina OPCWê ya vekolîna Idlîbê nîşaneya têkbirina Esad e
    Esad: Dem çênebû Rûsya me ji bo êrîşa Amerîkayê hişyar bike
    Sûriyeyê bersiva Trumpê ku ji Esad re gotibû ‘heywan' da
    Generalê sûriyî yê 3 sal in fîrarî ye: Bi sedan tonî çekên kimyewî li ba Esad in
    Esad: ‘Îdiayên êrişa kimyewî bahaneya lêxistina baregeha Şayratê bû'
    Etîketan:
    NY, Serokê Dewleta Sûriyeyê, Beşar Esad, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de