11:46 21 Hezîran 2018
Milîtanên DAIŞê

Li Dêra Zorê operasyona taybet: 14 milîtan hatin kuştin

© AP Photo / AP Photo via militant website, File
Sûriye
Lînkê kurt
0 40

Hat ragihandin ku hêzên hevpeymaniya navneteweyî li Dêra Zorê operasyoneke taybet li dar xist û di encamê de 14 milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin kuştin.

Li gorî nûçeya Rûdawê ku dispêre çavkaniyên xwecihî yên Sûriyê, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi paraşûtan derbasî çend deverên di bin kontrola rêxistina DAIŞê li parêzgeha Dêra Zorê ya Sûriyê bûn û operasyoneke taybet li dar xistin.

Li gorî zanyariyan operasyonên hevpeymanan li dijî kamyonên DAIŞê pêk hatine û di encamê de 14 terorîstên DAIŞê hatine kuştin. Di nava kuştiyên DAIŞê de serkirdeyên meydanî yên rêxistinê jî hene.

4 operasyonên taybet hatin lidarxistin, operasyona yekem û duyem li devera T2 û nêzîkî bajarokê Meyadîn, ya sêyem û çarem jî li bajarokê Ebo Kemal li ser sînorê Sûriyê û Iraqê hatine pêkanîn.

Bi heman mijarî:

Li Parîsê êrîşa çekdarî: DAIŞê êrîş li xwe girt
Êrişa DAIŞê ya li Karyataynê hat şkandin
Muxtarê berê ji endamtiya DAIŞê hat girtin
‘Azîmov pereyê bo êrişê ji endamê DAIŞê ê li Tirkiyeyê girt'
Çekdarên HSDê li Tebqayê 47 milîtanên DAIŞê kuştin
Etîketan:
14 milîtanên DAIŞê hatin kuştin, Li dijî DAIŞê operasyona taybet, Dêra Zorê, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de