22:17 21 Îlon 2017
Zindî
    beşar Esad - Serokê Sûriyeyê

    Esad: ‘Îdiayên êrişa kimyewî bahaneya lêxistina baregeha Şayratê bû'

    © AP Photo/
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 5811

    Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad nûçeyên derbarê girtina serokê rêxistina DAIŞê Ebu Bekir el Bexdadî de derewand.

    Esad îdiayên derbarê ku li nêzî sînorê Iraqê Bexdadî hatiye girtin ji Sputnikê re nirxand û got: "Na ev yek ne rast e. Sînor niha di bin kontrola DAIŞê de ye. Sînor ne ji aliyê welatên Rûsya, Sûriye, Amerîka û welatên Rojava ve tê kontrolkirin, tenê DAIŞ sînor kontrol dike. Ji bo vê yekê Bexdadî li wê herêmî di ewlehiyê de ye. "

    ÎDIAYA GIRTINA BEXDADÎ

    Beriya niha hatibû îdiakirin ku Bexdadî li Sûriyeyê nêzî sînorê Iraqê hatiye girtin. Lê ev îdia nehatibûn piştrastkirin.

    ‘ME NAME JI NYê RE BO ŞANDEYEKÊ BIŞÎNIN XAN ŞEXÛNÊ ŞAND, HÊJ BERSIV NEHATIYE DAYÎN'

    Ji aliyê din ve Esad diyar kir ku ji Neteweyên Yekbûyî (NY) daxwaz kirine ku şandeyekê ji bo lêkolîn kirina êrişa kimyewî ya li bajaroka Xan Şexûnê yê bajarê Îdlîbê, bişînin. Esad eşkere kir ku hêj bersiva nameya wan nehatiye dayîn.

    ‘AMERÎKA Û WELATÊN ROJEVA ASTEN DIKIN'

    Esad destnîşan kir ku NYê heta niha şandeyekê neşandine herêmê, lewra Amerîka û Wleatên Rojava vê yekê asteng dikin, "Eger pispor dema hatin Xan Şexûnê dê îdiyên derbarê êrişa kimyewî de bibînin derew in."

    ‘NY PIŞTÎ ÊRIŞA LI HELEBÊ JÎ ŞANDE NEŞANDIBÛ'

    Serokê Dewleta Sûriyeyê Esad eşkere kir ku çend sal berê dîsa daxwaza şandina pisporan bo îspatkirina bikaranîna xaza jêhrî yên terorîstan Şamê serî li NYê da û çend bûyerên wiha hatin jiyandin, lê tevî hemû tiştan NYê dîsa şandeyekê neşandibû.

    ‘TENÊ RÛSYA Û ÇEND WELATÊN DIN HEWL DIDIN'

    Esad da zanîn ku tene Rûsya û çend welatên din hewl didin ku şande bişînin herêmên din ên Sûriyeyê, lê heta niha derbarê mijarê de agahiyên erenî ne standine.

    ‘ÎDIAYÊN ÊRIŞA KIMYEWÎ BAHANEYA LÊXISTINA BAREGEHA ŞAYRATÊ BÛ'

    Beşar Esad ragihand ku li Xan Şêxûnê êrişa kimyewî nebû, ev yek provokasyon bû. Îdiayên êrişa kimyewî, bahaneya lêxistina Baregeha Şayratê ya Amerîkayê bû.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de