07:44 25 Tîrmeh 2017
Zindî
    Koçber - penaber - sivîl

    Melcîsa Sivîl a Reqayê bang li welatên cîhanê kir

    © Foto: AA/ ALİ MUKARREM GARİP
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 2021

    Meclîsa Sivîl a Reqayê bang li hemû welatên cîhanê kir ku alîkariya koçberên ku ji destên terorîstên DAIŞê hatine rizgarkirin bikin.

    Meclsîa Sivîl a Reqayê daxuyaniyek nivîskî da û got heta niha zêdetirî 10 hezar sivîlî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin ku piraniya wan ji û zarok in û pêdiviyên wan gelek in.

    Meclîsa Sivîl a Reqayê di daxuyaniya xwe de bang li hemû welatên cîhanê kir da ku ew alîkariya kesên ku ji DAIŞê hatine rizgarkirin û ji ber DAIŞê cih û warên xwe terikandine bikin.

    ‘HEJMARA KOÇBERAN ZÊDE BÛYE Û DERFET NÎNE'

    Di dirêjahiya daxuyaniyê de tê amajekirin ku hejmara koçberan 10 hezaran bihûriye û derfetê meclisa sivîl jî tuneye ku alîkariyê li hemûyan bike û wiha pê de diçe: "Ji ber vê yekê em wekî Meclîsa Sivîl a Reqayê bang li dewletên cîhanê, rêxistinên mirovî û desteyên NY dikin ku erka xwe pêk bînin û alîkariya koçberan bikin."

    Bi heman mijarî:

    Li bakurê Reqayê zêdetirî 10 hezaran sivîl hatin rizgarkirin
    Merkel: Em Tirkiyeyê rexne dikin, lê ji bo 3 milyon penaber gelek tişt kirin
    Dadgeha Îsraîlê: Kesên li Qudsê ji dayîk bûne, ne penaber, şêniyên herêmê ne
    Wezîrê tirk: Em mehê 15 hezar penaber bişînin Ewropa bila şaş bibin
    Li Konyayê xaniyê malbateke penaber a Sûrî hilweşiya
    Li qeraxên Îtalyayê di 3 rojan de 2 hezar û 700 penaber hatin rizgarkirin
    Etîketan:
    alîkariya cîhanê, meclisa sivîl a reqayê, penaber
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de