22:24 21 Îlon 2017
Zindî
    sivîl-penaber-koçber-rizgarkirin-reqa

    Li bakurê Reqayê zêdetirî 10 hezaran sivîl hatin rizgarkirin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 3811

    Di çarçoveya operasyona rizgarkirina Reqayê de zêdetirî 10 hezarî sivîl ji destên DAIŞê hatin rizgarkirin.

    Hikmet Durgun

    Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Hêzên Sûriyeya Demokrat(HSD) ve hatine bi destxistin, operasyona rizgarkirina Reqayê ji DAIŞê bi awayekî serkeftî berdewam dike. Hêj ku operasyon berdewam dike bi hezaran sivîl ji terorîstan hatin rizgarkirin.

    Ji serê 2 rojan e ku li bakurê Reqayê di navbera şervanên HSDê û DAIŞê de şerê dijwar diqewimin. Di encama şer de zêdetirî 10 hezar sivîl ji destên DAIŞê hatin rizgarkirin. Şervanên HSDê sivîlên ku rizgarkirin birin cihên bi ewle.

    Fermandarê HSDê Nasir Hec Mansur derbarê geşedanên dawî ên operasyonê û rizgarkirina sivîlan de hin agahî da Sputnikê.

    '80 HEZAR KES KOÇBER BÛN'

    Mansur diyar kir ku operasyon bi awayekî serkeftî pêş ve diçe û wiha pê de çû: "Di çarçoveya operasyonê de bi hezaran sivîl hatin rizgarkirin.  Ji destpêka operasyonê û heta niha ji Reqayê 80 hezar mirov koçber bûn. Em banga alîkariyê li civaka navnetewî dikin da ku alîkariyê bidin sivîlan."

    ‘RÊVEBIRIYA XWESER ALÎKARIYÊ DIKE"

    Mansur di dawiya axaftina xwe de diyar dike ku Neteweyên Yekbûyî û saziyên navnetewî di dema destpêka operasyona Mûsilê de gelek alîkarî da sivîlan û wiha pê de çû: "Dibe ku ji ber operasyona Reqaê zêdetirî 100 hezar însanî koçber bibin. Dihate gotin ku wê ji ber operasyona  Reqayê zêdetirî 160 hezar mirov koçber bibin. Niha rêvebiriya xweser û Heyva Sor a Kurd alîkariya sivîlan dikin."

    Bi heman mijarî:

    'HSD û hevpeyman amadekariya kontrolkirina Dêra Zorê dikin'
    HSD kete nava bajarê Tebqayê û şer û pevçûnên dijwar diqewimin
    HSD: Balafirên koalîsyonê bi şaşî li şervanên me dan, em lêkolîna bûyerê dikin
    HSD: Êrişa DAIŞê hat şkandin 10 kes hatin kuştin
    Etîketan:
    hsd, daiş, rizgarkirin, penaber, nasir hec mansûr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de