21:16 21 Hezîran 2018
Hesekê- Rojava - YPG

ENKS: Em ê nivîsgehên xwe careke din vekin

© REUTERS / Rodi Said
Sûriye
Lînkê kurt
0 20

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) ji bo nivîsgehên xwe yên ji aliyê hêzên Asayîşa Rojava ve hatibûn girtin biryareke nû da.

Li gorî nûçeya Kurdsitanê 24ê, Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Ehmed Icê ragihandiye ku ew ê nivîsgehên xwe carene din vekin û ragehandiye ku biryar e di heyama 10 rojan de nivîsgehên girtî dê bêne vekirin û got, "karê ENKSê ne hatiye rawestandin."

Ji aliyê xwe ve Endamê Nivîsgeha Yasayî ya ENKSê Ridwan Sîdo ji heman malperê axiviye û îdîa kiriye ku "birêveberiya Xweser ne destladareke rewa ye" û wiha gotiye: Ji ber wilo biryarên wê jî ne rewa ne".

Di 14 meha Adara 2017an de Asayîşa Rojava ji partiyan xwestibû ku ruxsetê ji bo nivîsgehên xwe derxînin lê partiyên endamên ENKSê serî li ruxsetan nedabû û Asayîşê di encamê de ew girtibûn.

 

Bi heman mijarî:

ENKSê DYA bi necidîbûnê tawanbar kir
ENKSê beşdarbûna xwe ya bo hevdîtinên Cenevê rawestand
Daxwaz hat kirin ku endamên ENKSê yên Cenevê biguherin
54 nivîsgehên ENKSê li bakurê Sûriyeyê hatin girtin
ENKSê bangî PYDê kir: Xwe ji şerê birakujiyê dûr bixe
Etîketan:
ENKS, Ridwan Sîdo, Ehmed Icê, Sûriye, rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de