22:20 26 Gulan 2018
Artêşa Tirk  - Bajarê El Babê yê Sûriyeyê

'Artêşa Tirkiyeyê 70 gundên kurdan rûxandin'

© Sputnik / Hikmet Durgun
Sûriye
Lînkê kurt
0 31

Fermandarê Giştî yê Hêzên Şoreşger Hac Ehmed îdia kir ku Artêşa Tirkiyeyê 70 gundên Kurdan rûxandine û welatiyên sivîl jê dane koçkirin û komên alîgirên xwe li wan deran dane bicihkirin.

YPG
© Foto : AFP 2015/ DELIL SOULEIMAN
Li gorî nûçeyeke ANHAyê Fermandarê Giştî yê Hêzên Şoreşger ên herêmên Şahbayê Hac Ehmed anî ziman ku êrîşên hêzên artêşa Tirkyeyê yên li ser herêmên Şahbayê didomin û got armanca vê yekê jî astengkirina yekîtiya gelê Bakurê Sûriyê û guhertina demogrefiya herêmê ye.

Di warê guhertina demografiyê de Hac Ehmed îdia kir ku artêşa Tirkiyeyê 70 gundên kurdan hilweşandine û ev tişt gotin: "Dewleta Tirk herêmên Qebasîn, Raî, Cerablus û gundên Ezazê dagir kirin, şêniyên wan bi hincetên cûda jê dane koçkirin û komên alîkarên dewleta Tirk lê dane bicihkirin. Tirkiye dixwaze pêkhateyên wan herêman, bi taybetî jî gelê Kurd qir bike.″

Bi heman mijarî:

DAIŞê ji sê aliyan ve êrişî çeperên HSDê kir
Balafirên hevpeymanê bi 'şaşitî' li şervanên HSDê xistin: 18 mirî
17 cenazeyên şervanên HSDê hatin binaxkirin
HSDê 2 gundên Tabkayê rizgar kir û 3 kîlometran nêzî bajêr bû
Li Tebqayê şerê di navbera HSDê û DAIŞê de berdewam dike
Şervanên HSDê êrişa DAIŞê şkandin
Etîketan:
rûxandin, gundên kurdan, Fermandarê Giştî yê Hêzên Şoreşger ên herêmên Şahbayê, Hac Ehmed, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de