15:31 23 Gulan 2018
    Penaberên sûriyeyî

    2 hezar û 500 penaberî xwe sparte bajarê Efrînê

    © Sputnik /
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 21

    Li gorî zanyariyên berdest di nava du rojên dawî de nêzîkî 2 hezar û 500 penaberî xwe spartine bajarê Efrînê.

    Herwiha li gorî Rûdawê ku dispêre çavkaniyeke xwecihî ji bajarê Efrînê yê Rojava ragihandiye ku di herdu rojên borî de 2 hezar û 460 penaber ji navçeyên El Şehba û navçeyên din ên Sûriyeyê derbasî bajarê Efrînê bûne.

    Xwecihên herêmî bi sedema êriş û bombebarana milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê ji cih û malên xwe direvin û berê xwe didin cihê ewletir. Piraniya wan koçberan, jin û zarok û kesên temen mezin in, û berê xwe dan kampên Rûbar û Şehba yên ku li bajarokê Şîrawa ne.

    Weke tê zanîn beşeke zêde ya wan koçberan ji navçeyên El Şehba (Bab, Cerabulus, Ezaz) û Tebqa û Reqayê ne.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê tirk: "Heta niha 50 hezar penaberên sûriyeyî vegeriyan welatê xwe"
    Brîtanya 20 hezar penaberên sûriyeyî werdigire
    Dadgerê Tirk bi penaberên Sûriyeyî re reviya Yûnanîstanê
    Yûnanîstanê 8 penaberên Sûriyeyî radestî Tirkiyeyê kirin
    Bi hezaran penaberên Iraq û sûriyeyî li sînorê Makedonyayê asê mane
    Etîketan:
    Penaberên Sûriyeyê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Efrînê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de