20:27 27 Gulan 2018
Mîxfer Spî li Helebê di xebata rizgarkirinê de

'Mîxfer Spî tenê li herêmên îslamîstan kar dikin'

© AFP 2018 / KARAM AL-MASRI
Sûriye
Lînkê kurt
0 30

Bizavkarê Almanî Joachim Guilliard ji Spûtnîkê re got ku Mîxfer Spîyên li Sûriyê dezgeheke propagandayê ya li herêmên îslamîstan kar dike ye.

Bizavkarê Alman diyar kir ku Mîxfer Spîyên bi navê dezgeha xêrxwazî li Sûriyê kar dikin, dezgeheke propagandayê ya li herêmên îslamîstan kar dike ye.

Guilliard Mîxfer Spî wekî dezgeheke propagandayê ya hevalbendiya dijî Şamê nirxand û got, "Lê belê wan di nav 3 salan de, 107 milyon dolar pere xerc kir û rêjeyeke mezin a van pereyan jî ji bo xebatên medyayê û têkiliyên bi gel re xerc kirin. Mîxfer Spî li meydanê kar dikin lê tenê deverên komên îslamîst xuya dikin."

Guilliard destnîşan kir ku heger encamên di destê bizavkarên Swêdî de rast derkevin, ew dê şaş nemîne û da zanîn, ‘Lêkolînerê Swêdî Jan Oberg li rojhilatê Helebê bû û şaş mabû. Di rewşeke ku pêdiviya bajêr bi alîkariyên mirovî heye de, Mîxfer Spîyan Nobela alternatîv wergirtine û ji holê winda bûne.'

 

 

Bi heman mijarî:

Pompeo: Wikileaks servîseke dijmin a îstixbaratê ye
Rûsya: Nêzîkbûna Amerîkayê ya ji bo çareseriya aştiyane hêviyê dide
Amerîka ji 'kalîteya demokrasiya Tirkiyê' bi fikar e
Bahçelî: Heke Erdogan ji bo sîstema eyaletan dengê xwe neke...
Li Herêma Kurdistanê 2 hezar kes nikarin biçin ûmrê
DAIŞê ji sê aliyan ve êrişî çeperên HSDê kir
Etîketan:
Mîxfer Spî, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de