01:25 23 Hezîran 2018
YPG

DAIŞê ji sê aliyan ve êrişî çeperên HSDê kir

© Foto : AFP 2015/ DELIL SOULEIMAN
Sûriye
Lînkê kurt
0 40

Operasyona rizgarkirina bajar Tebqayê û bendava Firatê ku di çarçoveya Hemleya Xezeba Firatê de hatiye destpêkirin, didome. Hate ragihandin ku êrişa terorîstên DAIŞê ya ji sê aliyan ve hatiye şkandin û wesayîtekê bombebarkirî jî hatiye îmxakirin.

Operasyona rizgarkirina bajar Tebqayê û bendava Firatê ku di çarçoveya Hemleya Xezeba Firatê de hatiye destpêkirin, didome û li derdora bajêr şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Hate diyarkirin ku terorîstên DAIŞê îro ji bo şkandina dorpêça li ser bajêr, ji milên rojava, başûr û rohilat ve êrîşî çeperên Hêzên Sûriye ya Demokratîk (HSD) yên li derdora bajêr kirine.

Hat eşkerekirin ku terorîstan xwestinê ji şert û mercên hewaya xirab û mijê sûd wergirin di saetên nîvro de bi çekên giran êrîşî gundê Ayid Kebîr, derdora balafirgeha leşkerî, gundê Safsafah û Sahil El-Xeşab kirine û li ser bersivdayîna Şervanên HSDê şerên dijwar qewimîne.

Di encama pevçûnên dijwar ku nêzîkî 3 saetan dom kirin de, êrîşên DAIŞê hatin şkandin û gelek DAIŞî hatine kuştin.

Bi heman mijarî:

17 cenazeyên şervanên HSDê hatin binaxkirin
HSDê 2 gundên Tabkayê rizgar kir û 3 kîlometran nêzî bajêr bû
Li Tebqayê şerê di navbera HSDê û DAIŞê de berdewam dike
Şervanên HSDê gundek din rizgar kirin
HSDê dîmenên nû ji operasyona Reqqayê weşandin
Etîketan:
şkandin, HSD, çeper, êriş, DAIŞ, Tebqa, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de