06:41 19 Tebax 2017
Zindî
    Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Mualim

    Mualim: Bi şertê ku xwe parçeyekî Sûriyê bibînin em dikarin bi Kurdan re rûnin

    © Sputnik/ Valeriy Melnikov
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 14532

    Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Mualim ragihand, ew amade ne piştî şerê DAIŞê bi Kurdan re gotûbêjê bikin, lê bi şert e ku Kurd xwe wek parçeyekî Komara Sûriya Erebî bibînin.

    Wezîrê Derve yê Sûriyê Mualim di civîneke rojnamevanî de diyar kir, ji ber ku ew û Kurd bi hev re bi dijminekî hevbeş re şer dikin, deriyê wan ê muzakereyan ji Kurdan re vekiriye.

    'PIŞTÎ DAIŞÊ EM DIKARIN BI KURDAN RE RÛNIN'

    Mualim bal kişand ser ku ‘Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD/QSD) li Sûriyê kêşeyeke Kurdî derdixe holê' û wiha pê de çû: "Kurd beşek ji gelê Sûriyê ne û yek ji hêzên pêkhateya Sûriyê ne. Bi qasî min bihîstiye Kurd dixwazin di bin banê Komara Sûriya Erebî de bijîn. Ev jî tê wê maneyê ku li dahatuyê deriyê muzakereyan di navbera me de vekiriye. Divê ew helwesta me bi awayekî vekirî bixwînin ku berî her tiştî em bi heman dijminî re şer dikin. Piştî DAIŞ ji holê hat rakirin em dikarin rûnin û li hev bikin, lê belê bi şertê ku ew jî beşek ji Komara Sûriya Erebî bibin."

    Bi heman mijarî:

    Ji Trump bo Kongresê: Em li Sûriyê ji bo çalakiyên din ên leşkerî amade ne
    Pisporê Rûsî: Enqereya ku DYA ji bo Kurdan rexne dikir, piştgiriya Washingtonê dike
    ‘Baştirîn çareserî referandûm e’
    Artêşa Iraqê: 512 milîtanên DAIŞê hatin kuştin
    Li navçeya Şêrvan a Sêrtê teqîn: Zarokek hat kuştin û yek jî birîndar bû
    Slutskiy: Nehatina Johnson bandorê li têkiliyên Moskow û Londrayê nake
    Sibê PDK û YNK mijara referanduma Kurdistanê dicive
    Etîketan:
    Welîd Mualim, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de