07:47 23 Gulan 2018
    Operasyona Reqqayê - HSD - YPG

    HSD: 79 endamên DAIŞê hatin kuştin

    © Foto : Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 50

    Hêzên Sûriyeya Demokratîk encama 10 rojên dawî ya ji operasyona Xezeba Firatê ya li bajarê Tebqayê ragihand û diyar kir ku 164 kîlomitro çargoşe hatiye kontrolkirin.

    Odeya Çalakiya ya Xezeba Firatê ya girêdayî operasyona HSDê encama 10 rojên dawî ya operasyonên li bajarê Tebqyê bi daxuyaniyekê ragihand û di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo kontolkirina bajarê Tebqayê û bendava Çemê Firatê, di roja 21 Adarê de HSDê û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞÊ operasyoneke daketina asmanî li dar xistine, ku ev operasyona yekemîn a asmanî ya HSDê bû.

    HSDê diyar kir ku wan di nava 10 rojan de qadeke bi qasî 164 kîlomitro çargoşe kontrol kiriye û di nava wê axê de 13 gund û baxçe jî hene. Hat gotin ku li gel vê yekê hemû rêyên bajarê Tebqayê jî hatin girtin.

    HSDê derbirî ku 79 milîtanên DAIŞê hatine kuştin, ku di nava wan de 2 emîr hebûn û got termê 29 endamên DAIŞê di destê wan de ye. Hat ragihandin 5 DAIŞî jî wek dîl ketine destê wan.

    HSDê dest nîşan kir ku di operasyonên 10 rojên dawiyê yên li bajarê Tebqayê de 4 şervanên wan jî jiyana xwe ji dest daye.

    Bi heman mijarî:

    'Pevçûna di navbera HSD û DAIŞê de li derdora Tebqayê gur bûye'
    HSD nezî balafirxaneya Tabqayê seyareyek bombebarkirî teqand
    HSD kete taxên rojhilatê Reqayê
    HSD: Em ê bendava Tabqayê rizgar bikin
    HSD: Koalîsyonê, nêzî Reqayê, ji hewayê leşker daxistin
    Etîketan:
    terorîst, kuştin, DAIŞ, Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, Tebqa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de