04:51 19 Çile 2018
Zindî
    Hêzên Sûriya Demokratîk HSD

    HSDê êrişa DAIŞê ji 4 aliyan ve şkandin

    © REUTERS/ Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 20

    Terorîstên rêxistina DAIŞê ji 4 aliyan ve êrîşî gundê Mişêrfe ya Tebqayê kirin. Hate ragihandin ku şervanên HSDê êrişa terorîstan şkandine û di encamê de jî panzêrek û termê 2 terorîstan ket destê şervanên HSDê.

    Li gorî haydariyen ku ji herêmê hatin wergirtin îro di saetên sibê de DAIŞê ji 4 aliyan ve êrîşî gundên Mişêrfe ya rojavayê Tebqa yê kirin. Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ku parastina gundên rizgarkirî dikirin bersiva terorîstan dan û li herêmê şer derketiye.

    Hate diyarkirin ku DAIŞ bi wesayîtekê bombebarkirî êrîşî çeperên şervanan kirine, lê wesayît beriya bigihîjê armanca xwe hatiye îmxakirin.

    Hat eşkerekirin ku êrişa DAIŞê hatiye şkandin û panzêrek û 2 termê terorîstan ketiye destê şervanên Hêzên Sûriye ya Demokratîk (HSD) û şervanên HSDê jî bi sivikî birîndar bûne.

    Bi heman mijarî:

    Berdevka HSDê: Operasyona Tebqayê li gor hatiye plankirin birêve diçe
    DAIŞ deverên HSDê yên li bendava Tebqayê topbaran dike
    HSDê rêya navbera Reqa û Tebqayê bidest xist
    'Bendava Tebqayê dike ku hilweşe'
    Hinek dîmenên operasyona hevpar a HSDê û leşkerên hevpeymanê ya li Tebqayê derketin
    Etîketan:
    şkandin, DAIŞ, êriş, Tebqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de