20:14 18 Hezîran 2018
HSD

'DYAyê dîsa çek ji HSDê re şandin'

© AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
Sûriye
Lînkê kurt
0 40

Medyaya herêmî îro îniyê ragihand ku di destpêka vê hefteyê de DYAyê nifşeke nû ji çek û cebilxaneyan ji hêzên HSDê yên li bakurê Sûriyeyê re şand.

Li gorî nûçeya Rûdawê, konveya alîkariya leşkerî herî kêm ji 10 navgînên zirxî pêk dihat û hêzên amerîkî pê re bûne ku diçûn ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk a hêzên kurdî pêşengiya wan dike.

Hêjayî gotinê ye ku ev çek, nifşê duyem ên çekan in ku DYAyê ji meha Rêbendana2017an ve ji hêzên kurdî re dişîne. Wiha tê bawerkirin ev çek ji bo operasyona Reqqayê tên şandin.

Operasyona Xezeba Firatê ji bo kontrolkirina Reqqayê ji mijdara borî des dest pê kiribû û hîn dewam dike ku herî dawî bendava Tebqayê di çarçoveya operasyona navborî de hatibû kontrolkirin.

Ji aliyê din ve, Fermandarê HDSê Nasir Hecî Mensûr ji Sputnikê re diyar kiribû ku emîrên DAIŞê ji Reqqayê direvin û gotibû ku dê di demeke nêz de operasyonê ji bo navenda bajarî bidin destpêkirin.

Bi heman mijarî:

Berdevka HSDê: Operasyona Tebqayê li gor hatiye plankirin birêve diçe
DAIŞ deverên HSDê yên li bendava Tebqayê topbaran dike
HSDê rêya navbera Reqa û Tebqayê bidest xist
HSDê êrîşa DAIŞê şikand: 25 kuştî
HSDê balafirxaneya leşkerî ya Tebqayê bi dest xist
Hinek dîmenên operasyona hevpar a HSDê û leşkerên hevpeymanê ya li Tebqayê derketin
Şervanên HSDê gundeki din ê Reqqayê rizgar kirin
Etîketan:
DAIŞ, HSD, Nasir Hecî Mensûr, amerîka, sûriye, Sûriye, Reqqa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de