00:53 19 Sibat 2018
Zindî
    Rakka yakınlarındaki ABD askerleri

    RTê dîmenên leşkerên DYA yên li nêzîkî Reqqayê girtin

    © RT .
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 40

    Televizyona Russia Today (RT) dîmenên leşkerên Amerîkayê yên li nêzîkî bajarê Reqqa yê li bakurê Sûriyeyê girtin.

    Tîma Russia Today (RT) ew dîmenên ayidê leşkerên Amerîkayê, li herêma Bendava Tebqa ya bajarê Reqqaya ku DAIŞ wê wekî ‘paytext' qebûl dike, hatin tomarkirin.

    Dîmenên ku ji aliyê peyamnêra RT Internationalê Lizzie Phelan ve li ser Twitterê hatin parvekirin, ji nuqteya gelekî nêzîkî xeta eniya şer hatine bidestxistin.

    RAYEDARÊN HSDÊ: LEŞKERÊN AMERÎKAYÊ BI ME RE TEVDIGERIN

    Ji aliyê din ve rayedarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên ku li herêma Reqqayê bi piştgiriya hevpeymana navdewletî ya bi peşengtiya Amerîkayê xebatên leşkerî dimeşînin ji bo RTê axivîn. Rayedarên HSDê diyar kir ku ev demek e leşkerên Amerîkayî di operasyonên li dijî DAIŞê de bi wan re tevdigerin.

    Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) leşkerên Amerîkayî çûna leşkerên Amerîkayî ya ji bo Reqqayê piştrast kiribû lê diyar kiribû ku leşker di çarçoveya bernameya perwerdehî û teçhîzatkirinê de sewqê herêmê hatine kirin.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de