10:52 27 Gulan 2018
Hêzên Sûriya Demokratîk HSD

'Pevçûna di navbera HSD û DAIŞê de li derdora Tebqayê gur bûye'

© REUTERS / Rodi Said
Sûriye
Lînkê kurt
0 12

YPJê ragihand ku ku şerekî li gundê Sefseafayê yê rojhilatê bajarê Tebqayê di navbera şervanên Odeya Xezeba Firatê û milîtanên DAIŞê de derketiye û şervan ber bi bajarê Tebqayê ve diçin.

YPJê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku "rizgarkirina wî gundê dê dorpêça li ser DAIŞiyan li bajarê Tebqayê û bendava Firatê zêdetir bike".

Herwiha medyaya nêzîkî HSDê ragihand ku pevçûn li bakurê Tebqayê derketiye û di encamê de 3 DAIŞî hatine kuştin.

Li gorî heman nûçeyan, şer hîn jî berdewam dike.

"DI ÇEND ROJAN DE, EM Ê TÊKEVIN BAJARÊ TEBQAYÊ"

Ji aliyê din ve, HSDê vîdeoyek weşand ku tê de fermandarekî wan diaxive û dibêje: " Hêvîdar im, di nava çend rojan de, em ê têkevin bajarê Tebqayê. Ji wê derê jî, em ê biçin Reqqayê."

Hêjayî gotinê ye ku HSDê berî çend rojan bendava Tebqayê bi dest xistibû û niha jî operasyon berdewam dikin ji bo bajar jî bi dest bixin.

Bi heman mijarî:

HSD nezî balafirxaneya Tabqayê seyareyek bombebarkirî teqand
HSD tank û wesayîtan bi qeyîkan ji Çemê Firatê ve derbas kirin
HSD kete taxên rojhilatê Reqayê
HSD: Em ê bendava Tabqayê rizgar bikin
HSD: Koalîsyonê, nêzî Reqayê, ji hewayê leşker daxistin
HSD: Amerîka ji bo operasyona Reqqayê wê hezar leşkerê din bişîne
Amerîka: Di operasyona Reqqayê de HSD heye, em rola Tirkiyeyê dinirxînin
Etîketan:
DAIŞ, YPJ, HSD, Sûriye, Reqqa, Tebqa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de