00:24 19 Hezîran 2018
Wesayîtên zirxî

Amerîka roja çarşema borî karwanekî çekên giran şande Rojava

© Sputnik / Hikmet Durgun
Sûriye
Lînkê kurt
0 60

Hat ragihandin ku Amerîkayê roja çarşema borî li ser deriyê Sêmêlka karwanekî çekên giran şande Rojava.

Li gorî zanyariyên berdest, Amerîkayê roja çarşema borî li ser deriyê Sêmêlka yê Herêma Kurdistanê ve karwanekî çekên giran şande Rojava. Di karwanê çekan de wesayîtên leşkerî û zirxpoş jî hebûn.

Hat ragihandin ku ev karwanê çekan ji bo amadekariyên operasyona Reqayê têne şandin û ev ne yekemîn car e ku li ser rêka Sêmêlka ve çek û teqemenî ji bo hêzên kurd ê Rojava têne şandin. Beriya niha Berdevkê Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) Telal Silo gotibû: "Yekemîn car 10 wesayîtên zirxpoş gihiştine destê wan. Ev yek piştgiriyeke eşkere ya Amerîkayê ye ji hêzên me re."

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer jî ragihandibû ku weke Wezareta Pêşmerge tu hêzek me ji bo beşdarbûna operasyona Reqayê neçûye Rojava. Em ne agahdar in ku hêz ji Herêma Kurdistanê çûye Rojava.

Bi heman mijarî:

Koordînasyona Rojava: Tirkiyê naxwaze şerê Sûriyê rawest e
Kurdan ji bo Rojava bang li Serokatiya Rûsyayê kir
Weysî: Em ê hewl bidin bi PKKê re li hev bikin daku Pêşmergeyên roj derbasî Rojava bibin
Generalê amerîkî bi awayekî 'nepen' serdana' Rojava kir
YPG: Tirkiye bi firokeyê êrişî hin herêmên Rojava kir
Etîketan:
Amerîkayê çarşema borî çekên giran şandin rojava, Berdevkê Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD), Talal Silo, Rojava, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de