13:08 24 Gulan 2018
    Hêzên Sûriyeya Demokratîk - HSD - HSDê

    Berdevka HSDê: Operasyona Tebqayê li gor hatiye plankirin birêve diçe

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 40

    Berdevka Odeya Çalakian a ‘Hemleya Xezeba Firatê’ Cîhan Şêx Ehmed li ser kontrolkirina Balafirgeha Leşkerî ya bajarê Tebqayê û pêşveçûna Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand, operasyon li gor hatiye plankirin birêve diçe.

    Li gor nûçeya ANHAyê Cîhan Şêx Ehmed li ser pêşveçûna ber bi bajarê Tebqayê wiha axivî: "Hêzên me li baskê başûr ê çemê Firatê 33 km pêşve çûn û tenê 2 gund mane tevahiya bajêr were dorpêçkirin. Li dorûbera bendavê jî hêzên me heta bendavê hatine, lê ji bo bendav ziyanê nebîne pêşveçûna xwe rawestandin. Heta niha operasyon li gor hatiye plankirin birêve diçe."

    Ehmed diyar kir, wan bi kontrolkirina rêya Reqqa-Tebqayê re, rêyên lojîstik û alîkariya cebilxaneyan bo milîtanên DAIŞê yên Reqqayê qût kiriye.

    Berdevka Hemleya Xezeba Firatê herwiha bang li xelkê sivîl jî kir ku derbasî qadên ji aliyê HSDê ve hatine rizgarkirin bibin û ji qadên DAIŞê dûr bisekinin.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî ji Sekreterê NYê re: 'Em di demek nêz de referandûma serxwebûnê dê pêk bînin'
    Rûsyayê wesayîta şer Uran-9ê ceriband
    Stoltenberg: Civîna Konseya NATO-Rûsyayê dê şefafbûnê zêdetir bike
    'Hedefa Enqerê li Sûriyê qelskirina Kurdan û pûçkirina perspektîfa dewleta Kurdî ye'
    Di dema dengdayîna bo referandûmê ya li Brûkselê de şer: 3 kes birîndarbûn
    Pisporê rûsî derbarê bidawîbûna Mertalê Firatê de axivî
    Etîketan:
    Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de