07:04 23 Çile 2018
Zindî
    el bab-el babê

    ‘Ereb li gundên kurdan ên li herêma Mertala Firatê tên bicihkirin’

    © REUTERS/ Khalil Ashawi
    Sûriye
    Lînkê kurt
    142

    Ev demek e, tê îdiakirin ku li herêma ku operasyona Mertala Firatê ya ASA bi piştgiriya Artêşa Tirkiyeyê li Sûriyeyê pêk tîne, gund û deverên kurdan tên valakirin û erebên ji deverên din ên Sûriyeyê li wan deran tên bicihkirin.

    Dilyar Amûdî

    Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin lê bi awayekî fermî nehatine piştrastkirin, gelek gund û bajarokên kurdan li wê herêma ku niha operasyona Mertala Firatê lê tê lidarxistin ji niştîcihên xwe hatine valakirin û ereb li şûna wan hatine bicihkirin.

    Ew herêmê li gorî dabeşkirina îdarî ya Sûriyeyê girêdayî parêzgeha Helebê ne. Li gorî agahiyên Medyakar û aktivîstê kurd Mustefa Ebdî dane me, li gel nebûna amarên fermî jî lê texmînen, ji 70 hezar heta 100 hezar kurdî li wê herêmê hene.

    Rojanemevan, medyakar û aktivîstê kurd Mustefa Ebdî derbarê vê mijarê de ji Sputnik Kurdistanê re axivî.

    "EV KOÇBERKIRIN JI DEMA OSMANIYAN VE BERDEWAM DIKE"

    Ebdî diyar kir ku ev meseleya koçberkirina kurdan ne nû ye û ji dema Osmaniyan ve de dest pê kiriye û wiha dibêje: Li rojavayê Firatê, li Babê, Cerablusê û heta di nava Babê bi xwe de jî gelek gundên kurdan hene. Bêtirî 60 gundên kurdan hene. Herwiha ji bilî wan jî hinek gund hene ku kurd, ereb û turkmen di nav hev de dijîn. Ew gund ji Babê dest pê dikin û heta sînorên Tirkiyeyê dewam dikin. Kurdên wê deverê gelekî hatin êşandin. Eger em vegerin dîrokê. Ev tişt ji serdema osmaniyan ve heye û heta niha berdewam dike. Hîn ji wê çaxê de kurd ji van deveran koçber bûne. Wek mînak mala Cunbulat, ew siyasetmedarê navdar ê libnanî, bixwe ji wan gundan koçber bûne. Ji gundekî rojavayê Cerablusê çûne. Di dema frensiyan de jî, vê rewşê wiha berdewam kir. Piştî wê hikûmetên Sûriyeyê jî hatin û hemû şovenîst bûn û dijî kurdan bûn. Wan her dixwest kurdan ji hêla sînorên Tirkiyeyê derxînin û ji wir bi dûr bixin."

    "KARÊ KOÇBERKIRINÊ BI MERTALA FIRATÊ RE BERDEWAM KIR"

    Aktivîstê kurd dibêje ku vê rewşê jî heta piştî 2011an berdewam kiriye û li ser rewşa herêmê piştî destpêkirina bûyerên Sûriyeyê jî wiha dibêje: Artêşa Azad û Cebhet El Nusra hatin û wan li Tileranê komkojiyeke mezin pêk anî ku bêtirî 50 kurdî kuştin ku piraniya wan jin û zarok bûn. Ev bûyer di 2013an de pêk hat. Piştî El Nusra ji wan gundan derket, DAIŞ hat. DAIŞ jî wek tê zanîn ku kurd ji wan gundan derdixstin û digot ku bi PYDê ve girêdayî ne, bi PKKê ve girêdayî ne. Piştî Mertala Firatê dest pê kir jî, wan jî ev kar temam kir. Kurd li wê derê nediparastin."

    Ebdî dibêje ku berî demekê gundek heye, gundê Nûman nêzîkî çemê Firatê ye. 20 kes jê girtin û ew xistin zindanê ji ber wan qebûl nekiribû ku malên xwe vala bikin û koçberên Hey El Wair û Darayê têkevin şûna wan û wiha pê de diçe: Miletî ji gundên wan û ji malên wan derdixin bi hinceta ku ew bi PYD yan YPGê ve girêdayî ne. Di şûna wan de jî erebên ji Şamê, ji Hey Wai'rê hatine li wê derê bi cih dikin."

    "DIVÊ ENKSÊ BI ROLA XWE RABE"

    Rojnamevanê kurd diyar dike ku deng jî li cem wî hene yên xelkê wan herêman ku malbatên wan hatine koçberkirin lê ji ber meseleyên ewlehiyê naxwazin wan dengan derxînin û wiha dibêje: Li wê derê bajarokeke Sûsiyan heye ku bêtirî 200 mal lê hatine bicihkirin. Em van agahiyan ji rêxistinên xêrxwazî û mirovî digirin. Diyar e ku ev mal ereb in, hatine û li cihên kurdan hatine bicihkirin."

    Ebdî teqez dike ku mijar gelekî giring e lewra divê medya û sazî li ser bisekinin û bangî ENKSê dike û wiha dibêje: Herwiha zêdetir ji Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya li Sûriyeyê jî tê xwestin ku bikare fişarekê li dijberiya Sûriyeyê bike daku vî tiştî bisekinîne."

    "HÎN JÎ SEDEMA VÊ BIRYARA TIRKIYEYÊ NE DIYAR E"

    Li ser daxuyaniya Tirkiyeyê ya duh dabû ku operasyona Mertalê Firatê encam de jî, Ebdî wiha dibêje: Tirkiyeyê duh ragihand ku operasyona wan a Mertala Firatê encam da. Lê em dibînin ku Tirkiyeyê dixwest derbasî Minbicê bibe û biçe Reqqayê. Derbasbûna wan a Sûriyeyê jî jixwe li ser rêkeftineke bi Rûsyayê re bû. Lê piştî YPGê rêkeftin bi Rûsyayê re çêkir û heta bi rejîmê re jî çêkir daku derbasî Rojavayê Minbicê bibe. Îca Tirkiyeyê biryar da ku operasyonê rawestîne. Hîn jî ne diyar e bê çi li dû vê biryarê heye. Teqez Tirkiye dê ranewste û dê êrîşên xwe li ser kurdan berdewam bikin. Wek duh êrîşî Efrînê kir. "

     

    Bi heman mijarî:

    Le Monde: Hatina leşkerên Rûsî bo Efrînê dawîhatina Mertala Firatê ye
    Wezîrê Tirk: Ne ji Mertala Firatê bûya PYDê kanton kiribûn yek
    Rûsya: Ji bo operasyona Mertala Firatê, rizamendiya Şamê şert e
    Peyamnerê Independetê Operasyona Mertala Firatê neserkeftî ye
    Du leşkerên tirk ên operasyona Mertala Firatê birîndar bûn
    "Tirkiye dixwaze operasyona Reqqayê, piştî yên Mertala Firatê û Mûsilê dest pê bike"
    Çavuşogu: Hedefa operasyona Mertala Firatê, herêma Bab e
    Etîketan:
    Mertala Firatê, PKK, ASA, YPG, PYD, Mustefa Ebdî, Bab, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de