04:48 19 Çile 2018
Zindî
    Fuad Elîko

    Fûad Elîko: Li Cenevê di navbera ENKS û mixalefeta Sûriyeyê de krîz derketiye

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 30

    Di hevdîtinên 5emîn ên Cenevê de di navbera Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) û mixalefeta Sûriyeyê de krîz derket. ENKSê xwest raportekê pêşkêşî De Mistura bike lê mixalefetê qebûl nekir.

    Rêvebirê ENKSê Fûad Elîko krîza navbera ENKS û mixalefeta Sûriyeyê ji ajansa Spûtnîkê re şîrove kir û got: " Rast e ku di navbera me û mixalefetê de pirsgirêk derketiye û hê jî krîz dewam dike. Em hewl didin ku çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibînin. Ji bo pirsgirêka kurdî me xwest em raportekê pêşkêşî Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan De Mistura bikin, lê mixalefeta Sûriyeyê li dijî vê derket û û raporta me qebûl nekir. Destûr nedan em bi De Mistura re müzakereye bikin."

    'MIXALEFET DIBE ASTENG'

    Fûad Elîko di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji mixalefetê hinek piştgirê me ne û hinek jî dijberiya me dikin. Em dixwazin pirsgirêka kurdî çareser bikin û vê bigihînin Staffan De Mistura, lê mixalefet destûrê nade. Heke vê helwesta xwe ya destûrnedayî bidomîne em ê ji Cenevê veqetin û bi rêvebiriya ENKSê re vê mijarê binirxînin. Ji bo veqetandinê biryara herî dawî ya rêvebiriya ENKSê ye û em ê li gorî biryarê tevbigerin. Heta demeke nêzîk wê rewş zelal bike."

    Hevdîtinên 5emîn ê Cenevê di 23ê Adarê de destpê kiribûn û wê hetanî 31ê Adarê dewam bikin. ENKS di binê banê mixalefeta Sûriyeyê de tevlî cîvînên Cenevê 2, 3, 4 û 5an dibe.

    Bi heman mijarî:

    Fûad Elîko: Pêşmergeyên Rojava wê ‘Devera Aram' birêve bibin
    Fuad Elîko wek nûnerê ENKSê diçe Cenevê
    ENKS: PYDê di hefteyekê de 62 endamên me desteser kirine
    ENKS banga aramiyê li alîgirên xwe kir
    ENKS: NATO Pêşmergeyên Roj perwerde dike
    Etîketan:
    Mixalefeta Sûriyeyê, Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriye (ENKS), Staffan De Mistura, Fûad Elîko, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de