02:01 21 Çile 2018
Zindî
    Qamışlo

    Partiya Pêşverû nivîsgehên xwe yên ji aliyê asayîş ve hatibûn girtin careke din vekirin

    © Sputnik/ Hediye Levent
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 30

    Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyeyê ragihand ku hemû nivîsgehên xwe yên asayîşa birêveberiya xweser girtibûn careke din vekirin.

    Endamê Lijneya Navendî ya Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurdî li Serê Kaniyê Ebdulwehab Qasimî diyar kir ku ev biryar ji aliyê serokatiya partiyê ve hatiye dayîn.

    Li gorî nûçeya ARTAFMê, Qasimî wiha gotiye: "Hinek dipirsin bê gelo nivîsgeh piştî serîlêdana li ruxsetê pêk hatiye yan na. Me serî li ruxsetê neda ji ber em wiha difikirin ku xwestina ruxsetê di vê demê de ne rast e. Lê me biryar da ku em nivîsgehên xwe vekin û em amade ne ji hemû encaman re."

    Ji aliyê din ve, Cîgira Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî Fesle Yûsif jî roja çarşemê ji heman radyoyê re ragihand ku sekreteriya giştî ya encûmenê berî çend rojan biryar daye ku hemû nivîsgehên encûmê yên hatine girtin veke.

    Yusif diyar kir ku hinek nivîsgehên wan hatine xerakirin û hinek hatine wêrankirin lê wan biryar daye ku wan careke din vekin lê hîn tarîx nehatiye diyarkirin.

    Hêjayî gotinê ye ku Asayîşa Birêveberiya Xweser berî nêzîkî du hefteyan mohlet dabû partiyan daku serî li ruxsetê bidin û piştî bidawîbûna mohletê hemû nivîsgehên serî li ruxsetê nedabû gitibûn.

     

    Bi heman mijarî:

    Heyeta ENKSê ji civînên Cenevê vekişiya
    ENKSê beşdarbûna xwe ya bo hevdîtinên Cenevê rawestand
    Daxwaz hat kirin ku endamên ENKSê yên Cenevê biguherin
    Serokê ENKSê Biro: 9 navendên me rastî êrîşan hatine
    ENKSê nûneriya xwe li Berlîna Almanyayê vekir
    Encamên serdana ENKSê bo DYAyê tên nîqaşkirin
    ENKSê li ser hevdîtinên Washingtonê daxuyanî da
    Etîketan:
    Encûmena Niştimanî ya Kurdî, Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurdî, Ebdulwehab Qasimî, Fesle Yûsif
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de