16:20 27 Gulan 2018
Cenevre'deki Suriye görüşmeleri

Berdevkê opozîsyona Sûriyê: Di meha Gulanê de hevdîtinên Astanayê car din dest pê dikin

© REUTERS / Denis Balibouse
Sûriye
Lînkê kurt
0 22

Berdevkê şanda opozisyona Sûriyê, Salim Muslİt diyar kir ku roja çarşemê Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Genadî Gatîlov ji wan re gotiye, dê li meha Gulanê car din hevdîtinên Astanayê pêk werin.

Şanda opozisyona Sûriyê ku li Cenêvê bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Genadî Gatîlov re civiya, civîneke rojnamevanî li dar xist.

Berdevkê şanda opozisyona Sûriyê, Salim Muslit li ser hevdîtina bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Genadî Gatîlov re de ragihand, Gatîlov ji wan re gotiye dê di hefteya yekem a meha Gulanê de car din civînên Astanayê dest pê bikin ku armanc serxistina civînên Cenêvê ye.

Salim Muslit wiha axivî: "Di Hevdîtina îro ya ligel Cîgirê Werzîrê Derve yê Rûsya de, em li ser gelek xalan rawestiyan. Em li ser du beşên girîng axivîn, aliyê siyasî û mirovî. Endamên şanda me li ser veguhestina siyasî û tiştên ku li vir hatin bidestxistin axivî."

Berdevkê şanda opozisyona Sûriyê, di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Em bi erênî li vî civînê dinêrin, aliyê Rûsî xwest ku civînên wiha ji bo piştgirîkirina prosesa siyasî li Cinêvê berdewam bin."

Bi heman mijarî:

Li Bexdayê tankêr hat teqandin: 15 mirî, 26 birîndar
Fermandarê Amerîkî: Zehmet e li Mûsilê pêşiya windahiyên sivîl bê girtin
Ji Rûsyayê rexneya DYAyê bo Mûsilê: Hûn qet şerm nakin?
Şahê Erebîstanê ji Ebadî xwest pêwendiyan bihêz bikin
Bi KHKyê 76 jê karmendên diyanetê 200 kes hatin îxrackirin
Ji Rûsyayê bo Minbicê alîkariya mirovî û tibbî
‘Ji bo rizgarkirina Musilê rojên bi jimar mane’
Strana ‘Bêjin Na' ku HDP bo xebatên referandûmê bikar tîne hat qedexekirin
Etîketan:
Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de