09:40 18 Tebax 2017
Zindî
    Hevserokê PYDê Salih Muslim

    Muslim: Dibe ku li Reqqayê xweseriya demokratîk were avakirin

    © AFP 2017/ BERTRAND LANGLOIS
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 18780

    Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslîm li ser rizgarkirina bendava Tebqayê û operasyona Reqqayê bersiva pirsên Spûtnîkê da.

    Hikmet Durgun

    Muslim bal kişand ser piştî rizgarkirina bajarê Reqqayê û got, ‘Li Reqqayê dibe ku xweseriya demokratîk were avakirin. Dê gel xwedî li xwe derkeve.'
    Hevserokê PYDê Salih Muslim bersiv da pirsên Spûtnîkê yên li ser pêşveçûna Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û operasyona rizgarkirina Reqqayê ya ku tê çaverêkirin li demeke nêzîk dest pê bike.

    Rewşa dawî ya operasyona Reqqayê çi ye?

    "Operasyona Reqqayê baş birêve diçe. Balafirgeha leşkerî ya Tebqayê hat standin. Tebqa balafirgeheke leşkerî ye. Standina wê balafirgehê ji bo herêmê gelekî girîng e. Berî niha Sûriyê ev ceriband, lê bi ser neket. HSDê ew der rizgar kir. Hîn jî bipêşve diçin. Pevçûn didomin. Niha rizgarkirina bajarê Reqqayê di rojevê de ye."

    Dê HSD kengî bikeve navenda bajarê Reqqayê?

    "Ev mijar girêdayî amadekariyên HSDê ye. HSDê derheqê vê de daxuyanî dan. Gotibû, dê meha Nîsanê de operasyonê bidin destpêkirin."

    Piştî standina Reqqayê ji DAIŞê, dê YPG û HSD li bajêr bimînin yan na?

    "Piştî ku hêzên çekdar bajar rizgar kirin, ji bajêr derdikevin. Bajar ji meclîsa sivîl re tê hiştin. Meclîsa sivîl a Reqqayê ji niha ve dest bi xebatên xwe kiriye. Li herêmê cihên ku tên rizgarkirin, meclîsên sivîl kar dikin."

    Derxistina DAIŞê ji Reqqayê dê encamên çawa derxe holê?

    "Dema bajar were azadkirin, dê gel jî rehet bibe. Ev ê ji bo bakurê Sûriyê û tevahiya Sûriyê baş bibe. Dê ji bo gelê Reqqayê jî baş bibe. Dê gel wê demê bigihe azadiya xwe. Dê gel wê demê xwe bi xwe sîstema xwe ava bike. Dibe ku li Reqqayê xweseriya demokratîk were avakirin. Dê gel xwedî li xwe derkeve."

    Piştî Reqqayê hedefa HSDê çi ye?

    "Ez nizanim dê piştî Reqqayê li kîjan bajarî operasyonê bike, lê bêguman pêwîst e tevahiya Sûriyê ji DAIŞê were paqijkirin. DAIŞ û yên wek wan her li ku derê hebin, divê gelên Sûriyê li hember wan berxwe bidin û armanca HSDê jî rizgarkirina hemû Sûriyê ye. Ne tenê cihek."

    Gelo ji bo operasyona Reqqayê ti amadekariyên we ji bo hewandina penaberan hene?

    "Berî niha jî kamp hebûn. Li bajaroka Eyn Îsa kamp heye. Li hin cihên din jî hene. Ji bo kesên ji DAIŞê reviyane kamp hatine çêkirin. Sivîl tên Eyn Îsa û cihên din."

    Bi heman mijarî:

    ‘Tirkiye li Sûriyeyê bi Amerîkayê re dê li rêya lihevkirinê negere'
    Peykerê Mahsum Korkmaz li Kobaniyê hat danîn
    Fûad Masûm derbarê têkiliyên bi Rûsyayê û Amerîkayê de axivî
    Pûtîn û Rûhanî sûîqesda li dijî Karlov şermezar kir
    Lavrov: Em ê serê nîştecihên Donbassê di belayê de nehêlin
    Dîrokzanê Tirk Belge: Daxwaza kurdan a avakirina dewletê ne 'tabû' ye
    Etîketan:
    Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de