08:01 24 Tebax 2017
Zindî
    ypg-bayrak

    Fermandarê YPGê: Em ê sûdê ji nimûneya Herêma Kurdistanê bigirin

    © AFP 2017/
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 32971

    Fermandarê YPGê Sîpan Hemo ragihand ku li rojhilatê Firatê dê hevkariya xwe bi DYAyê re berdewam bikin û li rojavayê Firatê jî dê bi Rûsyayê re berdewam bikin û wiha got, "eger pêwîst bibe, dê Idlibê jî rigzar bikin". Hemo derbarê şêwaza federasyonê de: "Erêniyen nimûneya Herêma Kurdistanê hene, lê hinek nîşeyên me li ser hene. Em ê sûdê jê bigirin

    Li gorî nûçeya rojnameya erebî ya El Heyatê, Fermandarê YPGê Sîpan Hemo diyar kir ku hevkariya wan a li rojhilatê Firatê ya bi DYAyê re û ya li rojavayê Firatê ya bi Rûsyayê re dê dewam bike heta ku dawiya terorê bînin û çareseriyeke dadmend ji bo pirsa kurdî peyda bikin.

    Hemo destnîşan dike ku hevkariya bi van herdû welatan re dê dewam bike û wiha dibêje: (Ev hevkarî) dê dewam bike heta ku pergala federasyonê pêk were ku têkiliyên navbera Şam û herêmên bi rêk û pêk bike.

    Li gorî nûçeyeke Reutersê Hevserokê PYDê Salih Muslim diyar kiribû ku piştî bajarê Reqqayê ji destê DAIŞê were rizgarkirin, dibe ku ew wî bajarî tevlî herêma Federasyona Bakurê Sûriyeyê bikin û got, "Hêviya me ev e, ji ber ku projeya me ji bo hemû Sûriyeyê ye. Dibe ke Reqqa jî bibe perçeyekî vê projeyê ye."

    "PÊWÎST BE, EM IDLIBÊ RIZGAR BIKIN"

    Herwiha fermandarê YPGê got ku ihtimal heye hevahengî di navbera Rûsya û komên erebî û kurdî de berdewam bike bi awayekî ku ji rojavayê bakurê Helebê dest pê bike û ber bi parêzgeha Idlibê ve biçe ku ji aliyê rêxistina Ceyş El Fetihê ve tê kontrolkirin û hinek komên Fetih El-Şamê(Navê wê yê berê El-Nusra bû) jî beşek ji wan in.

    Derbarê tarîxa bidawîbûna operasyona Reqqayê de jî, Hemoyî got, "Eger her tişt li gorî planên me bi rê ve biçe, em ê Reqqayê di nava çend hefteyan de yan jî mehekê ne zêde de rizgar bikin".

    "EM HIM BI RÛSYAYÊ RE, HIM BI DYAYÊ RE ZELAL IN"

    Hemo derbarê têkiliyên xwe bi DYA û Rûsyayê re jî wiha got: "Têkiliya me reqabeta Rûsya û DYAyê re tine. Em bi herdû aliyan re zelal in. Kêşeyeke me heye û ew jî teror e û dozeke me ya asil heye û ew jî pirsa kurdî ye. Em amade ne ku çareseriyeke siyasî peyda bikin û şerê terorê bikin.

    Şervanekî YPG li ber tankeke Tirkiyeyê di dema kolandina gora sultanê Osmanî li nêzîkî gundê Eşmeyê
    © AP Photo/ Mursel Coban, Depo Photos
    "ÇARESERÎ FEDERASYON E"

    Ji aliyê din ve, Hemoyî destnîşan kir ku divê çareseriya adil a pirsa kurdî li ser pergaleke federatîv were avakirin û wiha pê de çû: Baweriya me bi federasyona bakurê Sûriyeyê tê. Navenda pergala federatîv dê Şam be".

    Li ser pirsyara bê federasyona bakurê Sûriyeyê dê wek ya Herêma Kurdistanê be yan na, fermandarê YPGê diyar kirku "erêniyên wê nimûneyê(Ya Herêma Kurdistanê) hene lê hinek tişt hene ku li gorî wan kêm in, encex ew dê sûdê ji wê nimûneyê bigirin".

    Bi heman mijarî:

    YPG: Raporta NYyê derewên Tirkiyeyê derxistin holê
    Merasîma oxirkirinê ji bo 7 şervanên YPG hat çêkirin
    NY: Ti delîl tine ne ku YPG û HSDê paqijiya nijadî kiriye
    Di navbera YPG û ASAyê de pevçûn: 9 endamên ASAyê birîndar bûn
    YPG: Fermandarekî me li Reqqayê jiyana xwe ji dest da
    YPG: Tirkiye bi firokeyê êrişî hin herêmên Rojava kir
    YPG li Dirbêsiyê wesayetek bombebarkirî zeft kir
    Etîketan:
    El Nusra, YPG, DAIŞ, Sîpan Hemo, Salih Muslim, Idlib, Reqqa, DYA, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de