02:33 17 Tebax 2017
Zindî
    Recep Tayyîp Erdogan

    Erdogan: Em ê bi ser Minbicê ve herin

    © AFP 2017/ Yasin Bulbul/Presidential Press Service
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 12227

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di daxuyaniya xwe ya ji bo Mertalê Firatê de ragihand ku niha em nêzî Minbicê bûne û em ê bi ser vî karî ve herin.

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe ya weşana hevpar a Haberturk TV û Show TVyê de got: "Heke em bikaribin 16ê Nîsanê bi awayekî serkeftî vebêjin em ê bikaribin mijara Iraq û Sûriyeyê jî çareser bikin."
    Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hersê Sererkanên Giştî li Antalyayê hevdîtin pêk anîn. Min Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re hevditinek kir. Di vê mijarê de hê min bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re tiştek parve nekiriye. Piştî El

    Babê niha em nêzî Minbicê bûne. Berê jî min ji Obama re gotibû divê PYD û YPG li Minbicê nemîne, ewder axa ereban e. Lê di vê mijarê me tiştek bi dest nexist. Li ser navê alîkariya însanî hildana alê li Minbicê ne tiştekî rast e. Em nirxandina vê dikin û em ê bi ser Minbicê ve herin. Ji bo vê 16ê Nîsanê pir girîng e. Em bikaribin 16ê Nîsanê bi awayekî serkeftî vebêjin em ê bikaribin mijara Iraq û Sûriyeyê jî çareser bikin."

    Bi heman mijarî:

    Ji Fermandariya Meclîsa Leşkerî a Minbicê daxuyanî
    Fermandarê ASAyê: Li Minbicê kî hebe bila hebe, em ê Minbicê bistînin
    Pentagon: "Rûsya ji bo operasyonên Minbicê Amerîka agahdar dike"
    Amerîkayê leşker û wesayîtên zirxî yên nû şandin Minbicê
    Li Minbicê Rêveberiya Xweser hat ragihandin
    Amerîka: Li Minbicê çavê me û leşkerên rûsî bi hev ket
    Etîketan:
    Operasyona Mertalê Firatê, Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan, Minbic, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de