08:36 26 Îlon 2017
Zindî
    Balafirên Îsraîlê/ F-16

    Lavrov derbarê êrişên Îsraîlê ên li Sûriyeyê de: Em ê li gorî rêkeftinê nirxandinekê bikin

    © AP Photo/ Str/HO
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 720

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, destnîşan dike ku wê li gorî çalakiyên berbiçav ên Îsraîlê, nirxandinekê bikin.

    Lavrov piştî hevdîtina xwe ya li Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mistura civîneke çapemeniyê li dar xist û pirsên derbarê êrişên Îsraîlê li dijî Sûriyeyê bersivand.

    Lavrov amaje kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu di civîna xwe ya bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn a di 9ê Adarê de hate lidarxistin de, li ser mijara hevkariya Îsraîl û Rûsyayê a li Sûriyeyê li hev kirine.

    Lavrov diyar kir ku wê li gorî peymana ku di navbera herdu dewletan hatiye kirin de wê encamekê derxînin û wiha pê de çû: "Em ê binêrin ka bê Îsraîl rêkeftinê çi qasî disepîne û li gorî wê nirxandinekê bikin.'

    Wezareta Karên Derve a Rûsyayê,  piştî êrişa hewayî a Îsraîlê a 17ê Adarê de li hermber herêmeke nêzî Palmîrayê bangî Balyozê Îsraîlê ê li Moskowê Gary Koren kiribû.

    Bi heman mijarî:

    ‘Sûriye, li Kuneytra, NHByek Îsraîlê xist'
    Esad: Em biryarên xwe li gorî daxuyaniyên Îsraîlê nadin
    Wezareta Derve ya rûsî bangî Balyozê Îsraîlê yê li Moskowê kir
    Bogdanov: Me ji Îsraîlê xwest diyar bike bê çima başafirên wê ketine nav sînorên Sûriyeyê
    Etîketan:
    êrişên îsraîlê, lavrov
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de