12:45 25 Îlon 2017
Zindî
    Dîwar - Rojava - sînor

    Rêdûr Xelîl: Ji ber bombebaranên artêşa Tirk 10 kes birîndar bûn

    © REUTERS/ Umit Bektaş
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 3110

    Leşkerên artêşa Tirk vê sibehê de dest bi bombebarana gundên Efrînê kir û li gorî gotina Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl di encama wan bombaranan de 10 kesên sivîl birîndar bûne.

    Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl got li ser hesabê xwe yê Facebookê da zanîn ku pêşiyê artêşa Tirk dest bi bombebaranan kiriye û got, "Dewleta Tirkiyeyê bi rêya medyaya alîgir hewl dide bûyeran berovajî bike. Artêşa Tirkiyeyê pêşî dest bi bombebarankirina Efrînê kir û hêzên me jî mafê xwe yê bersivdayînê bi kar anî û berovajiya wê ne rast e."

    '10 SIVÎL BIRÎNDAR BÛN'

    Herwiha Rêdûr Xelîl  di dewama peyama xwe de got ku di 22ê Adara 2017an de ji saet 8ê sibehê ve herêmên sînorî yên Efrînê li navçeya Cindêrs û gundên Belût, Hemam, Şêx Hedîd û Navenda Radyo û Televizyonê, Herêma Trênê û û Meydan Ukbisê bombebaran kirin û wiha dewam kir:

    "Di encamê de 10 sivîl birîndar bûn û bombebarankirin ji aliyê Artêşa Tirkiyeyê ve berdewam dikin. Ev ne cara yekem e vî tiştî dike û em ê bêdeng li himberî van êrîşan nemînin û em ê mafên xwe yên bersivdayîn û xweparastina rewa bi kar bînin."

    Tê zanîn ku vê sibeha îro li ser sînorê bajarê Efrînê yê Rojava yê bi ser navçeya Reyhanlî ya Hatayê li dijî Qereqola Bukulmezê êrişeke çekdarî hatibû kirin û di êrişê de leşkerekî tirk hatibû kuştin.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de