19:57 22 Îlon 2017
Zindî
    Sûriye

    Derhênerê îtalî bi mijara Sûriyeyê dest bi amadehiya fîlmekî kir

    © REUTERS/ Omar Sanadiki
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 611

    Derhênerê îtalî Paolo Nio jî bi heyeta parlamenterên ewropî re serdana Sûriyeyê kir. Nio ji bo ku hişmendiya bûyerên dawî yên ser Sûriyeyê bişkînê dest bi amadehiya fîlmekî kir.

    Serokê Federasyona Odeya Bazirganên Sûriyeyê Hesen el Kalyaa di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Rewşa Sûriyeyê şaş ji civaka Îtalyayê re tê gotin û helwesta hikûmeta Îtalyayê ya li hemberî Sûriyeyê me xemgîn dike. Piştî ku derhênerê îtalî Paolo Nio bi heyeta parlamenterên ewropî re serdana Sûriyeyê kir nêrîn û şîroveya wî li hemberî bûyeran guherî."

    Kalya adi berdewamiya axaftina xwe de got: "Derhêner ji bo rastiyên welatê Sûriyeyê biryar da ku fîlmekî çêbike. Geşbûna têkiliyên navbera Sûriye û îtalyayê gelekî girîng e."

    Derhênerekî din ku li ser çêkirina fîlm disekine Marko Kassini ye. Kassini di fîlmê xwe de çîroka keç û kurekî ku di şer de malbatên xwe winda kirine dikişîne. Li gorî Kassini malbata kurik hevalbendê Şamê û ya keçe jî alîgirê DAIŞê ye. Keça ku pêşî ji herêma DAIŞê direve ji bo ku dayika xwe bibîne dîsa vedigere. Hemû karakerên fîlm di nava dostanî û aramiyê de dijîn.

    Bi heman mijarî:

    Sûriye sûcên ku terorîstan kirine wê bibin dadgeha navdewletî
    ‘Sûriye, li Kuneytra, NHByek Îsraîlê xist'
    Sûriye bang li NYyê kir: Bila koalîsyon êdî li bendavên li ser Firatê nede
    Sûriye: Me balafira şer a Îsraîlê avêt xwarê
    Artêşa Sûriye û ASA, li Himsê li hev kirin
    Etîketan:
    Derhênerê Îtalî, Serokê Federasyona Odeya Bazirganên Sûriyeyê, Paolo Nio, Marko Kassini, Hesen el Kalyaa, Îtalya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de