01:18 19 Kanûn 2017
Zindî
    şam- cobar

    Rêxistinên tundrew, xeta parastinê a Şamê derbas nekirin

    © REUTERS/ Omar Sanadiki
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 30

    Artêşa Sûriyeyê û komên tundrew nêzî Qada Abbsidov, di nava şerekî dijwar de ne. Lê milîtanan xeta parastinê a li navenda dîrokî a bajêr derbas nekirin û ber bi têkçûnê ve diçin.

    Peyamnêrê Sputnikê derbarê geşedanên dawî ên li Şamê de agahî da û diyar kir ku milîtanên Fetih el Şam (bi navê bere el Nûsra) û komên girêdayî wan, ên ku hewl dan derbasî taxa Cobarê bibin, têk çûn.

    Pevçûnên herî dijwar, li ser rêya Şarî el Hurri a ku qada otogara li Cobarê û Qada Abbasidov ji hev vediqetîne ye, diqewimin.

    ‘MILÎTAN NIKARIN QADA DÎROKÎ DERBAS BIKIN'

    Peyamnêrê Sputnikê ê li herêmê amaje kir ku herêmê hêj ji rêxistinan nehatiye paqijkirin. Herwiha îro balafirên şer ji hewayê û leşkerên sûriyî li bejahiya Şamê li milîtanan dan.

    Herwiha hat ragihandin ku di encama şerê ku bi saetan berdewam kir de, dîsa jî milîtanên Fetih el Şamê û komên girêdayî wan nikarîbûn têkevin Qada Abbsidov.

    ‘ÇEMBERA LI DORA MILÎTANAN TENG DIBE'

    Herwiha çembera li dora milîtanên li herêma pîşesaziya El Magazil, a li bakurê Cobarê teng bûye. Tê payîn ku herêm di demeke kurt de bê rizgarkirin.

    COBAR XWEDÎ GIRÎNGIYEKE STRATEJÎK E

    Cobar xwedî girîngiyeke stratejîk e ku ew li ser rêya ku Şam û Himsê ye.

    MILÎTAN, SIVÎLÊN LI HERÊMÊ WEKÎ MERTALÊN ZINDÎ BIKAR TÎNIN

    Li Cobarê bêhtir sivîl dijîn û tê gotin ku gelek sivîlên li herêmê wekî mertalên zindî tê bikartînin.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Îsraîlê: Ti balafira me li Sûriyeyê nehatiye xistin
    Artêşa Sûriyeyê li Dêra Zorê êrîşeke DAIŞê têk bir
    Rûsya: Artêşa Sûriyeyê piştî çar salan bo cara yekem gihişt rojhilatê Firatê
    Artêşa Tirkiyeyê hêzên xwe yên li ser sînorê Sûriyeyê zêde kirin
    Artêşa Sûriyeyê Fetih El Şam ji Derayê derxist
    Etîketan:
    tundrew, şer, cobar, şam
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de