01:19 19 Kanûn 2017
Zindî
    Leşkerekî Artêşa Sûriyeyê

    ‘Artêşa Sûriyeyê, êrişên Fetih el Şamê ên li rojhilatê Şamê pûç kirin'

    © Sputnik/
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Hat ragihandin ku Artêşa Sûriyeyê, êrişên Fetih el Şamê (bi navê berê El Nûsayê) ê li herêma pîşesaziya Cobar a li rojhilatê Şamê pûç kiriye.

    Li gorî agahiyên li ser televizyona dewletê a Sûriyeyê, komên Fetih el Şamê û komên girêdayî wan, îro ji nişka êrişî ser mewziyên leşkerên sûriyî kirin û xwestin ku febrikaya tekstîl û şîrketa elektrîkê bi dest bixin.

    Lê artêşa Sûriyeyê êrişên milîtanan pûç kirin.

    ‘LI ROJHILAT Û ROJHILATÊ  BAKURÊ  ŞAMÊ ŞER DIJWAR BÛN'

    Li gorî agahiyên ku peyamnêrê Sputnikê ên li herêmê, şerê ku duh li rojhilat û rojhilatê bakurê Şamê kêm bûn, destê sibehê dîsa zêde bû. Balafirên şer îro danê sibehê, li hedefên terorîstan dan.

    ‘CIHADÎST BERIYA HEVDÎTINÊN CENEVREYÊ ÊRIŞÊN MEZIN ÊN ÇEND SALÊN DAWÎ DIKIN'

    Di nava 3 rojên dawî de, li rojhilatê Şamê di navebera Artêşa Sûriyeyê û cîhadîstên ku beşdarî agirbestê nebûne de şerên dijwar diqewimin.

    Tê gotin ku cîhadîst beriya hevdîtina Cenevreyê a ku wê 23ê Adarê bê lidarixistin, êrişên herî mezin ê salên dawî pêk tînin.

    Bi heman mijarî:

    120 terorîstên Fetih el Şam (El Nûsra) li Şamê hatin kuştin
    Artêşa sûrî, li nêzî Helebê baregeheke navendî ya Fetih El Şamê îmha kir
    Jetên rûsî, 3 fermandarên Fetih El Şamê di bombebaranê de kuştin
    Sûriye: "Di êrişa Fetih El Şamê ya Helebê de 84 kes hatin kuştin"
    Cund El-Eqsa tev li Fetih El-Şamê bû
    Etîketan:
    fetih el şam, leşkerên sûriyî, êriş, şam
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de