17:09 22 Hezîran 2017
Zindî
    Qamışlo

    54 nivîsgehên ENKSê li bakurê Sûriyeyê hatin girtin

    © Sputnik/ Hediye Levent
    Sûriye
    Lînkê kurt
    13731

    Hêzên Asayîşê yên Birêveberiya Xweser a Demokratîk ji ber sedema nebûna ruxsetê, partî û rêxistinên girêdayî ENKSê girtin. Birêveberê ENKSê Enter Nehsan ji Sputnikê re ragihand ku ew PYD wek birêveberiyeke meşrû nabînin loma wan ruxset nexwestiye. Nûnera PYDê ya Qamişloyê Beşîra Derwîş diyar kir ku wan serî li ruxsetê daye lê ENKSê nedaye.

    Hikmet Durgun

    Heyeta Hundirîn a Kantona Cizîrê ya Federasyona Bakurê Sûriyeyê di 13ê Adarê de mohleta 24 saetan dabû partiyên siyasî yên kurdî û komeleyan daku ruxsetê ji nivîsgehên xwe re bistînin û hişyarî dabû ku yên ruxsetê nestînin ew dê werin girtin.

    Partî û komleyên girêdayî Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê(ENKS)  jî ragihandibû ku ew birêveberiya PYDê meşrû nabînin lewra serîlêdan nekirin û di encamê de ji aliyê asayîşê ve hatin girtin.

    ENKS bertekan dide girtina partî û komeleyan. Birêveberê ENKSê bi Enter Nehsan destnîşan kir ku partî ji aliyê PYDê ve bi hinceta nebûna ruxsetê hatine girtin û wiha got: PYD, çiqas partiyên girêdayî ENKSê hebin, hemû bi hinceta serî li ruxsetê nedane girtin. Ji Kobaniyê heta Dêrikê, hemû partiyên girêdayî ENKSê hatine girtin. Li Qamişlo, Dêrik, Hesekê, Efrîn, Girkê Legê û Amûdê, partiyên girêdayî ENKSê hatine girtin. Rêxistinên ciwan û jinan ên girêdayî ENKSê jî hatine girtine."

    "PYD BI SER NEKET, LEWRA ÇÛ BI EREBAN RE HEVBENDÎ ÇÊKIRIN"

    Nehsan îdia kir ku PYD dixwaze tevahiya "Kurdistana Sûriyeyê" têxe bin destê xwe û wiha pê de çû: "Gava PYD li Sûriyeyê nekarî serkeftinan bi dest bixe, çû bi hêzên ereban re hevbendî çêkir. Bi hemû dewletên din re hevbendiyan çêdike. Lê nivîsgeh û partiyên ENKSê ruxandin û agir bi wan xist. Ji ber PYD dixwaze bi tena serê xwe serweriyê li ser hemû kurdan çêke. ENKS tev li civînên Cenevê dibe. Li derve nivîsgehên xwe vedike. Li Almanyayê nivîsgeha xwe vekir. ENKS diçe DYAyê li Qesra Spî rûdinê. PYD heta jê tê dixwaze ENKSê rawestîne. Lê partiyên di nav PYDê de nasekinin. Xebatên xwe dê dewam bikin. Rejîmê jî berê destûr nedida me ku em partiyan vekin lê me xebatên xwe dikirin. PYD li Qamişloyê ji partiya Baasê ruxsetê naxwaze. Cebhet El Wetenî li Qamişlo û Hesekê heye lê PYD ruxsetê ji wan naxwaze. PYD tenê ji partiyên girêdayî ENKSê ruxsetê dixwaze."

    "EM Ê XEBATÊN XWE DEWAM BIKIN"
    Enterî diyar kir ku ti aliyê meşrû yê PYDê tine ye lewra wan serî li ruxsetê nedaye û wiha pê de çû: "Em ê xebatên xwe berdewam bikin. Roja piştî partiyên me hatin girtin, Encûmena Giştî ya ENKSê dîsa civîna xwe li dar xist. Ji bo me, mala her kurdekî welatparêz, partiyek e. Nivîsgeheke ENKSê ye. Em ji sala 1957an ve xebatên xwe berdewam dikin. Di van 5-6 salên dawî de nivîsgehên me hene. Berê nivîsgehên me tine bûn. Lê dîsa jî me xebatên xwe dikirin. Rejîmê nedikarî me rawestîne. PYD jî dê nikaribe bi zorê û çekan viyana gelê kurd bistînin. Ti kes nikare viyana gelê kurd bistîne."

    Herwiha Enter îdia kir ku dewleta Sûriyeyê alîkariya PYDê dike û ew bi piştgiriya PYDê tawanbar kir.

    "ME WEK PYD SERÎ LI RUXSETÊ DA"

    Ji aliyê di ve, Nûnera PYDê yê Qamişloyê Beşîra Derwîşê ji Spûtnîkê re diyar kir ku partiyên girêdayî ENKSê serî li ruxseta nedan lewra ji aliyê asayîşê ve hatine girtin û wiha got: Birêveberiya Xweseriya Demokratîk daxuyanî dabû ku divê serî li ruxsetê bidin yana Asayîş dê wan bigire. Me wek PYDê serî li ruxsetê da. Ji ber partiyên ENKSê serî li ruxsetê nedan, hatin girtin. Ji ber ENKSê bi Birêveberiya Xweser a Demokratîk bawer nake û meşrû nabîne, serî li ruxsetê neda. Asayîşê jî karê xwe kir û nivîsgehên wan girtin heta ku serî li ruxsetê bidin."

    Derwîşê bal kişand ser wê yekê ku ENKSê heta niha Birêveberiya Xweser wek birêveberiyeke meşrû nabîne û wiha got: ENKSê Birêveberiya Xweseriya Demokratîk qebûl nake. Dijber Ji ber girêdayî dijberiya pabendî Tirkiyeyê ye, Birêveberiya Xweser nas nake. Lewra serî li ruxsetê nadin. Dibêje, ez ruxsetê bistînim, ez ê birêveberiya xweser binasin. Asayîş neçar dimîne wan bigire ji ber talîmatan tîne cih. Ji ber birêveberiyek heye û ew talîmatan dide lewra asayîş wan digire."

    Nûnera PYDê ya Qamişloyê Beşîra Derwîş
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Nûnera PYDê ya Qamişloyê Beşîra Derwîş

    Derwîş teqez kir ku girtina partiyan ne meseleye ENKSê ye lê meseleya ruxsetê ye û wiha got: "Qanûn heye. Divê li gorî qanûnê serî li ruxsetê bidin. Partiyên bê ruxset tên  girtin heta ku ew partî ruxsetê bistînin." ENKS ne merc e. Çi partî ruxsetê nestîne dê were girtin. Eger ENKS serî li ruxsetê bide, partiyên wê dê vebin. Me wek PYDê serî li ruxsetê da. Partiyên girêdayî TEV-DEM û birêveberiya xweser jî serî li ruxsetê dan. Em bi awayekî fermî xebatên xwe didomînin."

    Li Bakurê Sûriyeyê 54 parî û komele ji ber serî li ruxsetê nedan ji aliyê asayîşê ve hatin girtin.

    ENKS
    © Foto: Facebook
    PARTÎ Û RÊXISTINÊN ENKSÊ YÊN HATINE GIRTIN
    Nûnerîtî û nivîsegêh hatine girtin wiha ne:

    Qamişlo: 15 nivîsgeh
    3 yên ENKSê, 2 yên Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriyeyê(PDK-S), 2 Partiya Yekîtiyê ya Kurdistanê ya Sûriyeyê(PYKS), Yek a Partiya Demokrat a Kurdistanê, yek a Partiya Demorasiyê ya Pêşverû ya Kurdî ya Sûriyeyê(PDPKS), yek Partiya Wekheviyê, yeka  Tevgera Siberojê û du nivîsgehên El Partiya bûye du beş.

    Bi heman mijarî:

    Serokê ENKSê Biro: 9 navendên me rastî êrîşan hatine
    ENKSê bangî PYDê kir: Xwe ji şerê birakujiyê dûr bixe
    ENKSê nûneriya xwe li Berlîna Almanyayê vekir
    Encamên serdana ENKSê bo DYAyê tên nîqaşkirin
    ENKSê ji bo êrîşên ser navendên wan û dersînorkirinan daxuyanî da
    Serokê ENKSê Îbrahîm Biro û senatorê Amerîkî Brad Sherman civiyan
    Fuad Elîko wek nûnerê ENKSê diçe Cenevê
    ENKSê li ser bingeha federasyonê destûreke bingehîn amade dike
    Rêvebirê TEV-DEMê bang li ENKSê kir ku vegerin Rojava
    ENKSê banga xwenîşandanê kir
    Etîketan:
    TEV-DEM, PYD, ENKS, Beşîra Derwîş, Enter Nehsan, Bakur Sûriyeyê, Sûriye, Rojava, Amûdê, Dêrik, Qamişlo
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de