Wezîrê Parastinê ê Îsraîlê Avigdor Lieberman, amaje kiribû û gotibû ku ger Sûriye êrişî wesayetên hewayî ên Îsraîlê bike, wê sîstemên parastinê ê Sûriyeyê birûxînin.
Esad jî li ser van gotinên Lieberman, got: "Parastina sînorê Sûriyeyê wezîfe û mafê me ye."
Esad hin beyanat da rojnamevanên rûs û diyar kir ku: "Parastina sînorê Sûriyeyê wezîfe û mafê me ye. Ger derfet hebin û em vê yekê nekin, wê gelê Sûriyeyê me sûcdar bike û me wekî berpirsiyar bibîne. Lewma jî ji aliyê rayedarên îsraîlî daxuyanî bê dayîn neye dayîn ne hewceye ku em hin pirsan ji xwe re bikin. Em polîtîka û biryarên xwe em li gorî daxuyaniyê wan, çênakin û nadin."
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)