10:28 22 Tebax 2017
Zindî
    YPG

    YPG: Me bi Rûsyayê re peymana hevkariyê îmze kir

    © AFP 2017/
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 110100

    Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl daxuyand ku wan bi Rûsyayê di warê têkoşîna dijterorê de peymana hevkariyê îmzekirine. Berdevk Xelîl diyar kir ku di çarçoveya peymanê de tê pêşbinî ku Rûsya wê li Efrînê xwediyê hebûna leşkerî be.

    Xelîl ji bo Sputnikê axivî û di derbarê peymana hevakrî ya di navbera Rûsya û YPGê de agahî dan.

    Şervanekî YPG li ber tankeke Tirkiyeyê di dema kolandina gora sultanê Osmanî li nêzîkî gundê Eşmeyê
    © AP Photo/ Mursel Coban, Depo Photos
    PEYMAN XWE DISPÊRE PEYMANA RÛSYA-SÛRIYEYÊ'

    Berdevkê YPGê ev tişt gotin: "Hebûna Rûsya ya li Efrînê xwe dispêre peymana YPGê û leşkerên Rûsî yên li Sûriyeyê. Peyman hevkariya têkoşîna dijterorê, perwerdekirina nûjen a yekîneyên YPGê ya ji aliyê leşkerên Rûsî ve û avakirina nuqteya ragihandinê ya bi yekîneyên Rûsî re di xwe de dihewîne."

    JI RÛSYAYÊ HÊJ TU DAXUYANÎ NEHATIYE

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê hêj di derbarê agahiyên ku ji aliyê YPGê ve hatin dayîn de tu daxuyanî nedaye.

    Bi heman mijarî:

    YPG dîroka operasyona Reqqayê ragihand
    YPG: Raporta NYyê derewên Tirkiyeyê derxistin holê
    NY: Ti delîl tine ne ku YPG û HSDê paqijiya nijadî kiriye
    Merasîma oxirkirinê ji bo 7 şervanên YPG hat çêkirin
    Di navbera YPG û ASAyê de pevçûn: 9 endamên ASAyê birîndar bûn
    Etîketan:
    peymana hevkariyê, îmzekirin, Rûsya, Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Rêdûr Xelîl, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de