23:09 23 Adar 2017
Zindî
    Leşkerên Amerîkayê - Minbic

    HSD: Amerîka ji bo operasyona Reqqayê hezar leşkerê din bişîne

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 6640

    Berpirsekî paye bilind ê Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) di axaftina xwe de ragihand ku Amerîka ji bo operasyona Reqqayê hetanî dawiya mehê wê hezar leşkerên din bişîne Rojava.

    Hikmet Durgun

    Berpirsê paye bilind ê Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bo operasyona Reqqa û şandina leşkerên amerîkî ji ajansa Spûtnîkê re axivî. Berpirsê HSDeyî di axaftina xwe de got: "Amerîka di çarçoveya operasyona Reqqayê de çekên giran şandin herêmê. Amerîka her serê du rojan carekê çekên giran jî di nav de teqemenî û cebilxaneyan dişîne. Di nava van çekan de tank, wesayîtên zirxî, moşek, qanas, topên hawanê û curê çekên din hene."

    Li gorî daxuyaniya berpirsê HSDeyî Amerîka hetanî dawiya vê mehê wê derdora hezar leşkerî ji bo perwerdehî û şêwirmendiyê bişîne. Berpirs got: "Amerîka biryar da ku ji bo operasyona Reqqayê hezar leşkerî bişîne Rojava. Ji me re wiha gotin. Leşkerên amerîkî ku dê werin ji bo operasyona Reqqayê wê perwerdehiya çekên giran bidin hêzên me û şêwirmendiyê bikin. Herwiha di operasyonê de wê çekên giran jî bi kar bînin. Hêza amerîkî ne di cepheyê pêşî de wê li pişt cephe cih bigirin û balafirên şer ên koalîsyonê jî wê piştgiriya wan bikin."

    Li gorî zanyariyan, hêz û baregehên leşkerî yên amerîkî li bajarên Kobanî, Rimêlan, Hesekê, Hol, Girê Spî, Şedad û Minbic yên bakurê Sûriyeyê hene. Niha derdora hezar leşkerên amerîkî li bakurê Sûriyeyê heye û hêza herî zêde jî di navbera Minbic û başûrê Kobanî de ye.

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê leşker û wesayîtên zirxî yên nû şandin Minbicê
    Li Amerîkayê 46 dozgerên federal ji kar hatin kişandin: Bharara jî yek ji wan e
    Wezareta Derve ya Amerîkayê: "Di navbera PKK û YPGê de girêdanî tuneye"
    ‘Heke operasyona Reqqayê bi YPGê re pêk were dê bedeleke vê ji bo Amerîkayê hebe'
    Dan Coats bû Dîrektorê Îstixbarata Netewî ya Amerîkayê
    Etîketan:
    Amerîka hezar leşkerên din dişîne Rojava, Operasyona rizgarkirina Reqqayê, Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD), Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de